KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Goran piştî wefata Mistefa yekemcar li hev rûnişt
Rêveberiya Tevgera Goran, piştî wefata Newşîrwan Mistefa civîna xwe ya yekemîn lidar xist. -
Li Wanê binçavkirina bi êşkenceyê û sirûda faşîst
Li Wanê tîmên taybet bi êşkence û sirûda faşîst a Tirk bi ser malan de girtin. -
Li 14 gundikên Bedlîsê derketina derve hate qedexekirin
Li 14 gundikên navçeya Xîzan a Bedlîsê, derketina derve hate qedexekirin. -
Hozat: DAIŞ wê derba mirinê li Reqayê bixwe!
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat diyar kir, serweriya li Reqayê wê ji bo gelemperiya Sûriyeyê diyarker be û got, DAIŞ wê derba mirinê li Reqayê bixwe. -
Ev 6 sal in dest nadin serpelê kujer
Serpelê Tirk, ku berî niha bi 6 salan li Çelê kesek kuşt û 8 kes birîndar kir, tevî rapora otopsiyê û îfadeyan jî, hê bi rengekî negirtî tê darizandin. -
Gerîlayên HPG’ê Gucu û Dogan hatin veşartin
Gerîlayên HPG’ê Dogan Gucu (Gernas Jiyan) û Rûbar Dogan (Çiyager Amed) ên ku mehaAdarê di şerê li Licê de jiyana xwe ji dest dabûn û li Goristana Bêkesan a Meletiyê hatibûn veşartin, cenazeyên wan hatin wergirtin û li Amedê hatin veşartin. -
Gerîlayan li Colemêrgê li leşkerên Tirk xistin
Hêzên gerîlayan li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakiye lidar xistine. -
Goran û Komele beşdarbûna civîna Barzanî red kirin
Tevgera Goran û Komeleya Îslamî, diyar kirin ku beşdarî civîna rojeva referandûmê ya serxwebûna ya Barzanî red kirin. -
HPG: Artêşa Tirk li Amedê têk çû
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî operasyona ku li Amedê berdewam dike daxuyanî da. -
'Dor li yekîneyên veşartî hate girtin û derb lê hate xistin'
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir hêzên gerîla li Şemzînanê yekîneyeke kontra ya artêşa Tirk kiriye bin venêranê, rojekê ew şopandine û piştre çalakî li dijî wan hatiye kirin. -
Li Licê dor li 18 gund û gundikan hate girtin
Li Licê li 18 gund û gundikan, ji bo operasyona leşkerî derketina derve hate qedexekirin. -
'Kî îradeya Êzidiyan nas neke, wê YBŞ'ê li dijî xwe bibîne'
Fermandariya YBŞ'ê ragihand, nûçeyên dibêjin, "YBŞ'ê çeperên xwe terikandine" bi ti awayî rast nînin û destnîşan kir, kîjan hêz vîna Êzidiyan nas neke, wê YBŞ'ê li hemberî xwe bibîne. -
Li Dersimê qirkirina siyasî: 7 kes hatin binçavkirin
Di operasyona qirkirina siyasî ya Dersimê de 7 kes hatin binçavkirin. Hevseroka HDP'ê ya navçeya Xozatê jî hate binçavkirin. -
Divê Êzidiyên Şengalê parastina hevpar û meclîsa resen ava bikin
Şengaleke xweser a xwedî xweparastin û meclîsa resen, nebe nabe. Ev êdî ne daxwazeke; Êzidiyan hem parastina xwe ava kirine, hem jî meclîsên xwe damezrandine. Ev yek bingeha jiyana xweseriya demokratîk e. -
Dadgeriya Tirk dixwaze 22,5 sal cezayê girtîgehê li Turfent bibire
Têkildarî nûçegihan Nedîm Turfent, ku di dema berxwedana xwerêveberiyê ya Geverê de ji ber nûçeyê ku çêdikir gefa înfazkirinê lê dihate xwarin, dadgeriya Tirk dixwaze 22,5 sal cezayê girtîgehê lê bibire. -
Qesra Îshaq Paşa dilê gelê Serhedê geş dike
Qesra Îshaq Paşa ya ku di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e şahidî ji gelek dem û dewrên xweş û nexweş re kiriye. Qesr bûye hedefa dewleta Tirk û gelek caran gule lê reşandine. Her wiha Qesra Îshaq Paşa navendek ji dilê tevahiya gelê Serhedê ye. -
Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê
Di encama vê xebatê de ez gihîştin wê baweriyê ku Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê pir nêzik bûye. Ez bawerim di rojên pêş de em ê şahîdiyê ji şoreşeke rengîn re bikin. -
Li Dersimê helîkoptera Skorsky hat derbkirin: Li Sêrtê li qereqolê hat xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku têkildarî çalakiyên gerîla yên li Dersimê daxuyanî da, diyar kir ku li Dersimê li helîkoptera bi tîpa Skorsky hatiye xistin. -
Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî operasyonên li Kato, Agirî û Amedê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyonên li Amed, Kato û Tendûrekê daxuyaniyek weşand. -
Pêngava Xezeba Firatê: 3 gundên din hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pênava Xezeba Firatê de gundên Ednaniyê, Bîr Haşim û Seggûra jî rizgar kirin. -
Leşkerên Tirk bi rengekî hovane êrîşî goristana gerîla kirin
Leşkerên Tirk êrîşî goristana gerîlayên PKK'ê ya li herêma Katoyê kirin. -
Yawer: Ji bo rizgarkirina Hewîceyê me û Iraqê li hev nekirine
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebbar Yawer got, ji bo rizgarkirina Hewîce ji DAIŞ'ê ew li benda hikumeta Iraqê ne, lê belê li ser operasyonê wan heta niha bi hikumeta navendî re li hev nekirine. -
YRK'ê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir
Fermandariya Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 şehîden xwe eşkere kir. -
Li gorî AKP'ê, yên li Cizîrê hatine kuştin, 'sûcdar' in
Mehmet Erdogan ê 75 salî, ku li Cizîrê kîsikê nan di destan de bû û ji aliyê polîsan ve bi guleya li serî ketî hate kuştin û cenazeyê wî bi rojan li naverastê hate hiştin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji ber ku 'ji malê derket' sûcdar e. -
Hilbijartina li Îdirê: Ligel gef û zextan HDP'ê 3 endam derxist
Gelê Îdîrê ji bo hilbijartina 11 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a hate feshkirin duh çû ser sindoqan. Li gel gef, zext û dizîna dengan jî 3 namzetên HDP'ê bi ser ketin.