Pêngava Xezeba Firatê: 3 gundên din hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pênava Xezeba Firatê de gundên Ednaniyê, Bîr Haşim û Seggûra jî rizgar kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di çarçoveya Pênava Xezeba Firatê de gundên Ednaniyê, Bîr Haşim û Seggûra jî rizgar kirin.
Qonaxa çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê bi rengekî serketî dewam dike.
Şervanên QSD'ê, piştî gundê Rabîa 3 gundên din rizgar kirin.
Gundên Ednaniyê, Bîr Haşim û Seggûra yên li bakurrojavayê Reqayê ne, li gorî dema herêmê saet di 12:00 de ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Li gundêm Hawî Hewa, Yaarûb û Ebû Sûs jî şerekî dijwar diqewime.