KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo operasyonê li 40 gundan derketina derve hate qedexekirin
Li 30 gund û taxên navçeya Dara Hênê ya Çewlîgê, di çarçoveya amadekariya operasyona leşkerî de derketina derve hate qedexekirin. -
Şaredariya MHP'yî Parka Masal pêşkêşî mafya nîjadperestan kir
Li Qersê, Parka Masal a ji Ermeniyan maye, pêşkêşî serkêşê mafya nîjadperestan Şenturk Tepebaşi hate kirin. -
Bi neviya xwe Rahîme serbilind e
Rahîme Akşahîn qala neviya xwe Rahîme Akşahîn (Zenda Ekîn) kir, ku ji Kurdistanê çû Elmanyayê û ji wir jî berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. -
Li deh gundên Pasûrê qedexeya derketina derve
Li deh gundên Pasûrê heta bangeke duyemîn qedexeya derketina derve hate îlankirin. -
Li Îdirê rageşiya AKP'ê
Li gundê Gulpinar û Ergacî yê bi ser Îdirê di Hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Bajêr de, rayedarên AKP'ê rageşî derxistin û xwestin dengê vekirî bi kar bînin. -
HPG'ê li 'yekîneyên veşartî' yên artêşa Tirk xist: 13 mirî
Li Amed, Mûş, Bazîd û Sêrtê, di çalakiyên gerîla de bi giştî 16 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Dewleta Tirk wê li Amedê Dêra Çeltikê jî hilweşîne
Dêra Surp Sarkis weke dêreke dişibe ya Dêra Erman a Surp Gîragos tê zanîn, ku li herêma qedexeya ya Sûrê ya kavilbûyî ye. -
Dema ku wesayita pêşmergeyan derbas dibû mayin teqiya
Li Xaneqînê, dema ku wesayita pêşmergeyan derbas dibû mayin teqiya û pêşmergeyek birîndar bû. -
Bi zimanê Tirkî xwe parast, lê heqê wergera Kurdî lê birîn
Li Amedê di doza sereke ya KCK’ê de dadgehê pereyên wergera Kurdî ku di nav 'lêçûnên darizandinê' de hatiye bicihkirin, li siyasetmedarên ku ceza xwarin birî. -
4 partiyên başûrî bi hev re li ber peymana Rosneftê rabûn
4 partiyên siyasî yên li parlamenta Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyeke hevpar dan û nerazîbûn nîşanî peymana PDK'ê ya bi Rosneftê dan, ku bêyî parlamentê ev peyman îmze kiriye. -
Daxuyaniya YPS'ê ya li ser çalakiyên li Wan û Geverê
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê, li ser çalakiya li Wanê ya li dijî rêveberê AKP'ê û têkildarî kesekî tê gotin li Geverê bi dewleta Tirk re dixebitî, daxuyaniyek da. -
'Êdî vîneke Êzidiyan heye; pêwîstî bi rêveberiyeke ji derve nîne'
Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço destnîşan kir, ku Êzidî cara yekê ye xwedî vîn û hêz e, ku xwe bi rê ve bibe û biparêze û bang li civaka Êzidî kir, ku ji bo careke din ferman lê ranebe, bibe yek. -
Li Îdirê dengdanê dest pê kir
Li Îdirê dengdana Hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Bajêr dest pê kir. -
'Peymana bi Rosneftê re li dijî destûra bingehîn e'
Serokê Komîsyona Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamenta Başûrê Kurdistanê Şêrko Cewdet diyar kir, peymana navbera Barzanî û Rosneftê li dijî Destûrên Bingehîn ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ne. -
PDK û AKP li dijî HDP'ê bi hev re tevdigerin
Nûnerê HDP'ê yê Başûrê Kurdistanê Abît Îke got, êrîşên PDK'ê yên li Başûrê Kurdistanê li dijî partiya wan tê kirin û êrîşên AKP'ê yên li dijî partiya wan di heman demê de tên kirin û diyar kir, ev her du partî bi hev re tevdigerin. -
Fermandar Menal malbata xwe jî tevlî nava têkoşînê kir
Guney Şonmez (Fermandar Menal), weke kurê polîsekî Kurd ê ji Rihayê li Mersînê ji dayik bû û dixwest bibe pîlotekî Tirk. Lê dev ji vê xeyala xwe berda û bû gerîlayekî Kurd. Fermandar Menal malbata xwe jî tevlî nava refên têkoşînê kir. -
'Pêwîstiya gelê Şengalê bi xweparastin û xweseriyê heye'
Endamê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Serokê PADÊ Qehtan Elî got, pêwîstiya civaka Êzidî bi xweparastin û sîstema xweser heye. -
Ciwanên Rojava li Kerkûkê gerîla û pêşmerge ziyaret kirin
Ciwanên Rojava yên ku li Başûrê Kurdistanê bi partiyên siyasî û baskên ciwanan re hevdîtin kirin, îro li Kerkûkê çûn serdana gerîla û pêşmergeyan. -
Li Qers, Amed û Şirnexê çalakiyên gerîlayên HPG’ê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Amedê gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên Tirk ên ku ji 28’ê Gulanê vir ve operasyonê didomînin, çalakiyek lidar xistine. -
Endamên Asayîşa Êzidxanê bang li ciwanên Êzidî kirin
Endamên Asayîşa Êzidxanê, bang li ciwanên Êzidî yên koçber kir û got: “Wer in, bi yek helwestê û armacê têkoşînê bikin ku em li pêşiya dagirkirina xaka pîroz a Êzidxanê bibin asteng.” -
Heşdî Şebî berê xwe da başûr
Hêzên Heşdî Şebî ku gihaşte ser sînorê Rojava-Bakurê Sûriyê, 3 gundên li ser sînor bi dest xistin û berê xwe da başûr. -
YPS’ê bang li malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê kir
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ji bo malbatên endamên YPS’ê ku di dema bihurî de jiyana xwe ji dest dane û ji bo gelê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da. -
‘Meclîsa avaker êdî nedibû bersiv ji gelê Şengalê re’
Hecî Hesen diyar kir ku armanca lidarxistina vê kongreyê ew e ku hê baştir xizmetê bikin û got “Ji ber ku vegera gel a Şengalê her roj d zêdetir dibe, ji bo wê meclîsa berê kêm dima û ji gel re nedibû bersiv". -
Dev ji leşkeriya dewletê qeriya û bû gerîlayê gelê xwe
Devrîm Dîgor ê 23 salî bang dike ku hemû ciwanên Kurd jî dev ji leşkeriya Tirk biqerin. -
HPG: Helîkoptera koordîneya operasyonê, ji aliyê hêzên me ve hatiye xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku 31’ê Gulanê helîkoptara bi tîpa Coûgar a hêza koordîneya operasyona artêşa Tirk a li Çiyayê Kato-Besta birêve dibirin li nav bûn, ji aliyê hêzên HPG’ê yên li herêmê ve hatiye hedefkirin û lêxistin.