KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk dixwaze gundên çiyayî yên Agiriyê bide valakirin
Fermandariya Jendermeyan a Agiriyê, roja 19'ê Gulanê teblîxat şand û xwest gundên çiyayî yên li herêmên Çiyayê Agirî û Tendurekê werin valakirin. -
Şervanê ku bi keviran li ber xwe dida niha gerîla ye
Yek ji zarokên 'keviran davêje' Şervan, her ku emrê wî mezin bû, berxwedana wî jî mezin bû. Ew niha gerîla ye. Bi gotina, "Çek di dest, azadiya gelan li ser milê min e" qala têkoşîna xwe dike. -
Fermandarê YBŞ'ê: Kî bi ser me ve bê, em ê li dijî wan şer bikin
Ji Fermandarên YBŞ'ê Dijwar Feqîr diyar kir, dewleta Tirk û PDK li dijî Şengalê planan dikin û got, "Em Êzidî, em ê li vir bin û kî bi ser me ve were em ê li dijî wan şer bikin." -
Li 59 gund û gundikên Amedê qedexeya derketina derve hate îlankirin
Li 59 gund û gundikên bi ser Licê, Hezro, Karaz û Pîranê yên Amedê qedexeya derketina derve hate îlankirin. -
Siyasetmedarên ji Ewropayê li Sûrê ji aliye polîsan hatin astengkirin
Ji bo piştgirîdayîna Sûrê, parlamenter û endamên meclîsên şaredariyan yên ku ji Ewropayê tên ji aliyê polîsan ve têne astengkirin. -
YJA Starê 11 gerîlla bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STARê, 11 gerîlla bi bîr anî yên ku di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn. -
Li Sêrt, Bedlîs û Colemêrgê çalakî: 3 leşker mirin
Gerîlayên HPG'ê, li Bedlîs û Sêrtê li leşkerên Tirk xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 3 leşker hatin kuştin. -
Pêngava şoreşgerî ya li Serhedê: 55 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser pêngava şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê bîlançoyeke nû weşand. -
Heşdî El Şabî bajarokê Qehteniyeyê kontrol kir
Heşdî El Şebî, bajarokê Qehteniye yê li bakurê bajarokê Beacê ye, ji destê çeteyên DAIŞ'ê derxist. -
Ji ber ku volta avêt, cezayê wî bi salek û 18 rojan hat zêdekirin
Endamê Meclîsa Şaredariya Silopiyayê Abdulazîz Tanrikolû, bi hinceta ku li girtîgehê volta avêtiye û 'tevlî serjimariyê nebûye', cezayê wî yê girtîgehê bi salek û 18 rojên din hate zêdekirin. -
Çeteyên çekdar serdana Eniya Tirkmen a Iraqê kirin
Nûnerên komeke çete ya li Sûriyeyê, ku ser bi Tirkiyeyê ve ye, hatin Kerkûkê û bi Eniya Tirkmen a Iraqê, ku rêxistineke MÎT'ê ye hevdîtin kirin. -
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Xurmatû kirin
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî Xurmatûyê kirin. -
Êzidiyên li kampa AFAD'ê radestî DAIŞ'ê hatine kirin
Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'ê Alî Atalan diyar kir, li kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê ku gelek Êzidî lê dimînin, endamên DAIŞ'ê hene. -
Jinên ciwan hêza diyarker a serketinê ye
Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Pelşîn Mûnzûr diyar kir, ew hew didin jinên ciwan ji aliyê giyanî û bedenî ve ji dîlgirtin û mêtîngeriyê vegirin û got, jinên ciwan hêza diyarker a serketinê ye. -
Gelo kî dikare vê zilmê li mirovan rewa bibîne?
"Tevî dayik, xwişk û birayên wî, em hatin cihekî li pêşberî sînorê Kobanê. Me berê xwe dan têlên li ser sînor û li merasîma cenazeyê kurê xwe temaşe kir." -
Li Cizîrê teqîn û dengê çekan bilind bû
Di saetên şevê de li navçeya Cizîr a Şirnexê dengê teqînek pêk hat. Piştî teqînê dengê çekan bilind bû. -
HPG’ê têkildarî îlanên şehîdan sererastkirinek weşand
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî hin gerîllayên ku di demên cihê de şehîd hatibûn îlankirin, sererastkirinek weşand. -
Li Gurgumê 3 HDP’yî hatin girtin
Ji 6 HDP’yiyên ku li Gurgumê hatibûn binçavkirin, 3 jê hatin girtin. Hat diyarkirin ku Hevserokê berê yê HDP’ê Mehmet Alî Buyukozdogan nexweşê giran ê şekir e. -
Ji HPG’ê li Erziromê ‘Pêngava Şoreşgerî’
Gerîlayên HPG’ê di çarçoveya “Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Marhîr, Şehîd Argeş û Şehîd Eylem” de, li Erziromê li dijî leşkerên Tirk 3 çalakiyên cuda lidar xistine. -
Ji gerîlayên HPG’ê û YJA Star li Colemêrgê çalakî
HPG’ê diyar kir ku li Colemêrg û Şirnexê, ji aliyê gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ve gelek çalakî hatine lidarxistin. Di çalakiyan de 4 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. Artêşa Tirk a li Şirnexê operasyon dabû destpêkirin bê encam vekişiya. -
HPG’ê têkildarî çalakiya Êlihê agahî da: Yên hatin kuştin sîxur in
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku yên di encama çalakiya li Êlihê de hatin kuştin hemû jî sîxûr in. -
KCD: Berxwedana li dijî zilmê û hevgirtin peywira Misilmanan e
KCD têkildarî meha Remezanê daxuyaniyek da, bal kişande ser êrîşên dagirkeriyê yên AKP’ê yên li ser Kurdistanê û got, ‘’Divê were zanîn mirov li sifra zalim û dîktatoran be, li cem wan be, tê maneya qebûlkirina hovîtiya wan’’ -
Leşkeriya Tirk red kirin û tevlî nav refên gerîla bûn
Ciwanên ku leşkeriya dewleta Tirk, ku şerê Kurdan, gelên herêmê dike û li dijî demokrasiyê şer dike, red dikin ku leşkeriya dewleta Tirk bikin û tevlî nav gerîla dibin. -
Nasnameya du endamên YPS’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane hate ragihandin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê agahiyên nasnameyê yên du berxwedêrên YPS’ê ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane ragihand. -
Karakoçan: Li Şengalê wê statûyeke nû derkeve holê
Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê KCK’ê Karakoçan bal kişande ser rewşa Şengalê û got: ‘’Şengal êdî ne Şengala berê ye. Bûye qadeke wiha ku hem hêzên deverî û hem jî herêmî li ser wê hesaban dikin’’