KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê bi dehan siyasetmedar hatin binçavkirin
Li navçeya Erdîş a Wanê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malan û bi dehan siyasetmedarên Kurd binçav kirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de, endamên Meclîsa Şaredariyê jî hene. -
'Bi rêya destavêtina li zarokan dixwazin civakê tine bikin'
Hevserokê ÎHD'ê yê Êlihê parêzer Bagatir, li dijî îstîsmarkirina zarokan a li Êlihê bang li civakê kir ku bala xwe li ser mijarê be û bi erk û berpirsyariya xwe rabe. -
Li Şirnexê derbên giran li tîmên taybet hate xistin
Li Şirnexê di şerê navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de qewimî, herî kêm polîsekî tîma taybet hate kuştin, 2 jî birîndar bûne. -
Nûçegihanê NRT'ê 3 roj e hatî binçavkirin
Rêveberê kanala NRT'ê Awat Elî têkildarî nûçegihanên wan ê li Kifrî hatin binçavkirin banga serbest berdanê kir. -
Gun, dawî li greva birçîbûnê ya 90 rojan anî
Cenazeyê Mûrat Gûn ê ku di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a di 7’ê Mijdara 2016’an a li bejahiya Geliyê Çat ê Dersimê de jiyana xwe ji dest dabû, di encama berxwedana bavê wî ya greva birçîbûnê ya 90 rojan de wê li warê wî Xozatê bê veşartin. -
Li Sûrê ava vexwarinê ya dibistan û malan hate qutkirin
Li navçeya Amed Sûrê di bin navê 'ji nû ve avakirin' ê de, piştî biryara hilweşandina 2 taxan, welatiyên ku taxên xwe neterikandin, ava wan a vexwarinê hat qutkirin. -
Nasnameya 11 gerîlayên ku li Tetwanê şehîd bibûn hatin eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 11 gerîlayên ku li hember operasyona artêşa Tirk a li bejahiya navçeya Tetwan a Bedlîsê ku 21’ê Adarê hate lidarxistin berxwedanekî bê hempa nîşan dan û gehiştin şehdadetê, eşkere kir. -
Avesta: Gerîla hê gotina xwe ya dawî negotiye!
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê çalakiya li Amedê ya bi ser Avahiya Emniyetê de bi bîr xist û got, "Gerîla hê gotina xwe ya dawî negotiye, bihar hê nehatiye." -
Girtîgeha Tîpa T a Wanê veguheriye qada îşkenceyê!
Girtiyên siyasî Zana Kaya, Nerîman Ûral û Hevseroka DBP'ê ya Wanê Sevînç Şeker ên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ne, bi rêya malbatên xwe qala binpêkirina mafên mirovan kirin û gotin, Girtîgeha Tîpa T a Wanê veguheriye qada îşkenceyê. -
Di nava salekê de 5 Hevserokên DBP'ê yên Wanê hatin girtin
Li Wanê, di nava salekê de 5 Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ên bajêr hatin girtin. -
HPG: 9 leşker hatin kuştin, sîxûrek jî hatiye cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku di çalakiyên li Çelê û Geverê yên gerîlayan lidar xistin de 9 leşker hatin kuştin, li Amedê jî sîxûrek hate cezakirin. -
Heyeta Bakurê Kurdistanê serdana gora Newşîrwan Mistefa kir
Heyeta ku ji HDP, KCD û KJA'yê pêk dihat,serdana gora Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa kir. -
Qeyûm Işin 106 kes ji kar derxist
Mûsa Işin ê Waliyê Agiriyê yê ku weke qeyûm ji bo Şaredariyê Agiriyê hate wezîfedarkirin, 106 xebatkarên şaredariyê ji kar derxist. -
Dewleta Tirk li taxa Alîpaşayê dest bi xerakirina xaniyan kir
Dewleta Tirk li taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê dest bi hilweşandina xaniyên welatiyan kir. Şêniyên taxê dibêjin ew malên xwe naterikînin. -
Biryara sosret: Got, 'ji min weye ku kûçik e', serbest hat berdan
Li Wanê kesê bi navê K.A li ku pê li Fatîh KorkÛt ê 18 salî kir û ew kuşt, li dadgehê got, "min got qey kûçik e" û serbest hate berdan. -
Li Sûrê hilweşandinê dîsa dest pê kir, polîsan êrîş bire ser gel
Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê kepçeyan dest bi hilweşandina xaniyan kirin. Gel li pêş kepçeyan rawestiya, lê polîsên Tirk êrîş bire ser gel. -
Çû cenazeyê kekê xwe bîne, ji 'endametiya YPG'ê ceza xwar!
Kaplan, ku dema dixwest cenazeyê kekê xwe yê HPG'yî teşxîs bike hate girtin, di rûniştina yekemîn de bi îdîaya 'endametiya YPG'ê' ceza xwar. Parêzer Demîr got, bi vê biryarê re hiqûq ji hev hatiye xistin. -
Tora fihûş û tiryakê ya ku dewleta Tirk li Nisêbînê daniye
Li Nisêbînê di van mehên dawî de fihûş, tiryak û çetetî zêde bûye. Kesên bi wesayîtên bi plaqeyên biyanî digerin û polîs jinan tacîz dikin û piştî dixin nava tora fihûş û tiryakê, sîxuriyê li wan ferz dikin. -
Dijminatiya li Kurdan
Ev êdî eşkere ye ku dijminê çavsor ê Kurdan Erdogan desteka xwe ya herî mezin ji PDK’ê distîne. Heke ne ji vê desteka PDK’ê ya li Erdogan bûya niha li Bakurê Kurdistanê Kurd wê bibûna xwedî statû û azad bûna. -
Heşdî El Şabî bajarokê Qeyrewanê kontrol kir
Heşdî El Şabî ragihand, ku wan bajarokê Qeyrewanê kontrol kirine. -
'Li Serêkaniyê şert û mercên jiyanê li Kurdan giran bûne'
Malbatên Kurd ên ji Serêkaniyê hatine derxistin anîn ziman, ku bi destê şaredariya AKP'yî şert û mercên jiyanê ji holê hatine rakirin û gotin, "Em neçar man cih û warê xwe biterikînin." -
Bihara Başûrê Kurdistanê
Bi çend wêneyan dixwazim xeml û bedewiya biharê ya li herêmên Koye, Qendîl, Qalaçolan, Silêmanî, Pencewîn, Helebçe û Hewreman ên li Başûrê Kurdistanê nîşan bidim. -
Li Wanê 8 siyasetmedar hatin girtin
Li Wanê Hevserokê Bajêr ê DBP’ê yê Wanê jî di nav de 8 siyasetmedar hatin girtin. -
Li Gever û Çelê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG’ê li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê li dijî leşkerên Tirk çalakî lidar xistin. -
Li baregeha leşkerî ya Kerkûşê 4 çete hatin kuştin
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser baregeha leşkerî ya Kerkûş a Diyalayê û şûnde, şer bi dawî bû.