KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Hikumeta AKP’ê ji rewşa Ozakça û Gulmenê berpirsyar e’
Li Mêrdînê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mêrdînê daxuyanî dan û bal kişandin ser tenduristiya Gulmen û Ozakça yên ku di binçavan de ne û diyar kirin ku hikumeta AKP’ê ji vê rewşê berpirsyar e. -
Fermandariya YBŞ’ê: 2 çete hatin kuştin
Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrîşa duh şev daxuyaniyek da û got: “Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin, 2 çete hatin kuştin. -
Li Sûrê protestoya hilweşînê: Em ji vir naçin!
Li Sûrê plana dewleta Tirk a hilweşandinê ji aliyê gel, partiyên siasyî û parlamenteran ve hat protestokirin. -
KNK’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir
KNK’ê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna xwe eşkere kir û got: "Dijminên me dixwazin şoreşa Rojava têk bibin. Têkçûna Rojava ziyaneke mezine ji bo hemû Kurdistanê. Divê rewşa Rojava, weke rojeveke sereke bê destgirtin û gora wê kar bê kirin." -
Balefirên şer ên artêşa Tirk bombe li ser Qendîlê barandin
Balefirên şer ên artêşa Tirk li Qendîlê êrîşeke hewayî pêk anîn. -
Gerîlayên HPG'ê li Colemêrgê çalakî pêk anîn
Gerîlayên HPG'ê li dijî qereqolên Bêgijnê û Çemanê yên navçeya Şemzînanê û li hemberî leşkerên li girê Havanê yê navçeya Çelê çalakî pêk anîn. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê yê ji Kanadayê hate birêkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ararin Entonyo Kason (Agirî Ararat) ê ji Kanadayê, ji bo li Kanadayê were veşartin ber bi Başûrê Kurdistanê ve hate şandin. -
Gelê Sûrê li ber xwe dide, dewlet gefê dixwe
Gelê navçeyê, li dijî biryara hilweşandina navçeyê li ber xwe dide. Polîsên Tirk gefê li gel dixwin û dibêjin, "Em ê cenazeyên we bavêjin ser xirbe." -
Gelo Girtîgeha Tîpa T a Wanê weke îşkencexaneyê hatiye avakirin?
Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, ku par hate vekirin, îşkence û kiryarên xerab dewam dikin. -
Cenazeyên du şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên şervanê YPG'ê Îbrahîm Mûsa (Gabarê Serêkaniyê) û Leşkerê Hêza Xweparastinê Beşar Cerbiy hatin veşartin. -
Namzetên ji Merîwanê li dijî encamên hilbijartinê derketin
69 namzetên meclîsa bajêr a Merîwanê, ji hilbijartin bê betalkirin daxwaznameyeke hevpar radestî Komîsyona Hilbijartinê ya Eyaleta Sinê kirin. -
Şervanên QSD'ê bi gaveke din nêzî navenda Reqayê bûn
Şervanên Xezeba Firatê gundê Sehlebiyê ji çeteyan rizgar kirin. Li bajarokê Hemrat Nasir şer didome. Di şerê 2 rojan de 31 çete hat kuştin. -
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî Şengalê kirin. Şervanên YBŞ û YJŞ'ê ev êrîş şikandin. -
Li Îranê cezayê îdamê li girtiyekî Kurd ê ji Rojava hate birîn
Dadgeriya rejîma Îranê, ku beriya niha 7 sal cezayê girtîgehê li Kemal Hesen Remezan ê ji Rojava birî bû, li gorî dosyaya nû ya Îtlaatê cezayê îdamê lê birî. Cezayê îdamê ji aliyê Şaxê Dadgeha Şoreşê ya 3. a Ûrmiyê ve hate erêkirin. -
'Dixwazin Serêkaniyê ji Kurdan xalî bikin'
Parlamenterê berê yê Rihayê Çalişkan diyar kir, AKP'ê dest li rewşa demografîk a li Serêkaniyê werda ye û got, "Dixwazin Serêkaniyê ji Kurdan xalî bikin." -
'Divê gelê Dersîmê her qadê bike çeka li dijî dewletê'
Gerîlaya YJA Starê Edessa Cejna, ku 15 salan li herêma Dersîmê gerîlatî kir, anî ziman ku nabe êdî tenê li benda gerîla bin û divê gelê Dersîmê her qada civakî veguherîne çekek li dijî dewletê. -
Li Şemzînanê şerekî dijwar diqewime
Hat ragihandin ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, gerîllayên HPG’ê bi hemwext li hemberî artêşa Tirk çalakî pêk anîne. -
Li 4 taxên Pîranê qedexeya derketina derve hate îlankirin
Li Hênêya Amedê ya ku li 6 taxên wê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin îro di destê êvarê de qedexe hate rakirin. Li 4 taxên Pîranê jî qedexeya derketina derve hate îlankirin. -
Li Kerkûkê ji bo Newşîrwan Mistefa çalakiya bîranînê
Li Kerkûkê ji bo Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa yê ku roja Înê jiyana xwe ji dest dabû, çalakiya bîranînê hat lidarxistin. -
HPG’ê têkildarî çalakiyan û gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên Amed û Colemergegê daxuyanî da. HPG’ê agahiyên 3 gerîlayên ku li Sêrtê jiyana xwe ji dest dane par ve kir. -
Li Kerkûkê ji bo Mistefa 2 rojan şîn hate danîn
Li Kerkûkê ji bo Newşîrvan Mistefa 2 rojan şîn hate danîn. -
Sersaxiya Newşîrvan Mistefa tê qebûlkirin
Sersaxiya Lîderê Goran Newşîrvan Mistefa tê qebûlkirin. -
Ji bo Altûn 22,5 sal ceza tê xwestin
Ji bo Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn a ku girtî ye 22,5 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. -
'Mezlûman ti carî li ber zilmê serî netewandine'
Parlamenterê berê yê HDP'ê Dr. Remzî Ozgokçe diyar kir ku AKP bi girtin, binçavkirin û îxracan darbeyan didomîne û got, mezlûm her tim li ber zilmê rabûn e. -
Rêwiyên bê rawestgeh -4
Bi rastî jî ev mirovên çiyayî hem pişta xwe didin mirovekê bi esil (Rêberê Gelê Kurdistanê Abdulah Ocalan), hem jî çiyayên bilind. Ji bo vê yekê ye ku ewqasî ji xwe bawer, bi tijî hêvî û bi serketinê re dijîn.