KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla li Sêrt û Bedlîsê lêxist: 14 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên Sêrtê de 10 leşker hatine kuştin, gerilayekî jiyana xwe ji dest daye. -
Şandeya KNK’ê bi KCD’ê û HDP’ê re bi mijara yekîtiya netewî civiya
KNK ya ku bang kiribû ku ji bo platforma hevpar a ku yekîtiya netewî lê were nîqaşkirin bang kiribû li Hewlêrê bi şandeyên KCD’ê û HDP’ê re rûnişt. -
‘Operasyonên artêşa Tirk bi têkşikînê bi encam bûn’
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ragihand ku operasyonên artêşa Tirk a li dijî hêzên gerîla bi têkşikînê bi encam bûne. -
KCD: Li dijî talan û desteserkirina AKP’ê em pişta Sûryaniyan bigirin
KCD’ê ji bo ku AKP’ê dest li ser dêrên Sûryaniyan dani bang kir ku her kes pişta Sûryaniyan bigire. -
Li Sinê şer: 3 pêşmergeyên Komela jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Sinê yê Rojhilat di navbera pêşmergeyên Komela û rejîma Îranê de şer derket û 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da. -
KNK’ê Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir
KNK'ê bi daxuyaniyeke niviskî Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê yê Misilman pîroz kir û got bi hêviya ku ev sal bibe sala yekîtiya gelê Kurd. -
Di cejnê de çûne ser gorên zaroken xwe
Malbatên ciwanên ku li Sûrê mohra xwe li berxwedaneke bêhempa danîne vê cejnê jî li goristanê zarokên xwe pêşwazî dikin. -
Kewara ceh a nû ya AKP’yiyan: Şaredariyên qeyûmê
Şaredariya Qoserê ku dewleta Tirk a bi rêvebriya AKP’ê dest li ser danî, şaredar rehîn girtin û karmendê xwe li ser danî, bû kadîna AKP’yiyan. -
YNK-Goran: Bila parlemento aktîv bibe em ji referandûmê re amade ne
Di civîna Konsya Hevpar a YNK-Goran de, ev biryar der ket: “Piştî ku parlemento hate aktîvkirin û şûnde, ji bo referandûma ku hemû Başûrê Kurdistanê bigire nava xwe dest bi amadekariyan bikin.” -
Operasyonên qirkirina siyasî: 5 siyasetmedarên din jî hatin girtin
5 siyasetmedarên Kurd ku di nav de aktivîsta TJA Ayşe Gukkan jî heye ku di operasyonên li navenda Amedê hatibûn binçavkirin de, hatin girtin. -
HPG’ê detayên bilançoya şer eşkere kir
HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîla lidar xistine û operasyonên artêşa Tirk daxuyaniyek berfireh da. -
Li Colemêrgê demê 'qedexeyê' hat dirêjkirin!
Li 25 herêmên ku dikevin sînorê navend û navçeyên Colemêrgê, demê 'qedexeya' ku hatibû îlankirin, hate dirêjkirin. -
Li Zapê li leşkerên Tirk hate xistin: 9 leşker hatin kuştin
Êrîşên dagirker ên artêşa Tirk a li Herêma Zapê ya li ser xeta sînorê Çelê dewam dike. Di çalakiyên gerîla lidar xistin de 9 leşker hatin kuştin. -
Petrol tê firotin lê muçe tê qutkirin!
Wezîrê Petrolê yê Iraqê El- Lêbî diyar kir ku Herêma Kurdistanê rojane 520 hezar warîl petrolê difiroşe. -
Li Qendîlê xwarina fitarê
Şaredariya Qendîlê bi wesîleya meha Remezanê, ji bo gundiyên Qendîlê û derdora wê, xwarina fitarê da. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb jî li xwarina fitarê amade bû. -
Li Kerkûkê operasyona li dijî DAIŞ'ê: 30 kes hatin binçavkirin
Hêzên Ewlekariyê yên Kerkûkê, di operasyona dijî DAIŞ'ê de 30 kes binçav kirin. -
Dengê ji nava dilê çiyê tê
Gava em qiyame dibûn ji nişka ve ji nava kûrahiya çiyayê dengekî weke yê şehlûl û bilbilan deng veda. -
Leşkerên Tirk ji tirsan qutifî ne û xendekan dikolin
Artêşa Tirk a ku li çiyayê Tendurekê ji hêzên gerîla derbên giran dixwe, ji tirsa gerîla li ser rêya gund û zozanan xendekan dikole. -
Cenazeyê şervanê YBŞ'ê Siba li Şengalê hate veşartin
Cenazeyê şervanê YBŞ'ê Rojhilat Siba, ku li dora gundê Madîban ê Şengalê dema bi erka xwe radibû ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hate veşartin. -
Xaniyên ji kevir li dijî wêrankeriya dewletê li ber xwe didin
Xaniyên ji kevir ên li Keleha Çelê, ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê ne û temenê xwe 700 sal e, ji bo nebin xirbe li dijî polîtîkayên şer û hilweşandinê yên dewleta Tirk li ber xwe didin. -
Rêwiyên bê rawestgeh -5
Ev heskirin wisa ye ku dil û ruh li hember wê heskirinê di malzaroka xwe de nikare bisekine. Belê ew in rêwiyên bê rawestgeh ên ku ji bo heskirinek bê dawî dilê xwe dixin nava kefa destê xwe û gav bi gav digerin bêyî ku li ti astengiyan bialiqe. -
Îran ya wê demokratîk bibe ya jî bibe mîna Sûriyeyê
Hevserokê PJAK'ê Siyamend Moûnî diyar kir, ku li pêşiya Îranê du rê hene û got, ya wê xwe bi rengekî demokratîk biguherîne, ya jî wê mîna Sûriye û Iraqê lê bê. -
Şervanê YBŞ’yî Rojhilat Siba di qezayekê de jiyana xwe ji dest da
Fermandariya YBŞ’ê daxuyand ku şervanê bi navê Rojhilat Siba di 21.06.2017’an de li gundê Mehdîbanê dema erka xwe pêk dianî di qezayekê de gihişt karwanê şehîdan. -
Çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li dijî leşkerên di operasyonê de
Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirkan çalakiyan lidar dixin. Gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola Tepeya Çeta ya Şemzînanê û Girê Şehîd Rêber a li Zapê çalakî lidar xistin. -
Ji bo 21 siyasetmedarên Kurd daxwaza girtinê
Ji 26 kesan ku ji rêveber û endamên TJA, DTK, DBP, HDP û HDK ku di operasyonên li navenda Amed û gelek bajaran hatin kirin de hatin binçavkirin, 21 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 5 kes jî şandin Midûryeta Emniyetê ya Amedê.