YPG: Em piştgiriyê didin çalakiya KCRK'ê

YPG: Em piştgiriyê didin çalakiya KCRK'ê

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çalakiya ku KCRK'ê û Hêzên Asayîşê li hemberî binçavkirina 25 ciwanên kurd daye destpêkirin silav kir û piştgirî dayê.

Fermandariya Giştî ya YPG'ê, derbarê girtina 25 ciwanên kurd a ji aliyê rejîma Suriyeyê ve û li hemberî vê yekê çalakiya ku Komelên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) û Hêzên Asayîşa Gel li Qamişlo daye destpêkirin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniya nivîskî de girtina 25 ciwanên kurd hate şermezarkirin û çalakiya KCRK'ê û Hêzên Asayîşê hate silavkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku YPG piştgiriyê dide vê çalakiyê.