Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
Li Edeneyê Reyhan Acar û Hatîce Mîne Kocamaz hatin qetilkirin.
Li Edeneyê Reyhan Acar û Hatîce Mîne Kocamaz hatin qetilkirin.
Li taxa Gulbahçe ya ser bi navçeya Seyhan a Edaneyê, Reyhan Acar (24) dema ku li kolanê dimeşiya rastî êrîşa çekdarî ya kes an kesên ku nasnameya wan nediyar e hat. Reyhan Acar ku ji ber guleyên li cihên cuda yên laşê wê ketin giran birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê û li wir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Reyhan Acar rakirin Saziya Tiba Edlî.
Li taxa Kişla ya ser bi navçeya Yuregîrê jî jina bi navê Hatîce Mîne Kocamaz (40) dema ku li mala xwe di xew de bû, ji aliyê H.K. ê ku di qonaxa berdanê de bûn ve hat qetilkirin.
H.K. ê ku piştî êrîşê revîbû jî hat binçavkirin.