BI DÎMEN

Gundê Soregulê yê binarê Qendîlê

Gundê Soregulê, navê xwe ji axa xwe ya sor digre. Ev axa ku ji gund û xwezaya wê re dibe dayik dîmenekî bihuştane ava dike.

Gundê Soregulê gundekî kevnar yê Binarê Qendîlê ye. Ava ku ji zinarên asê xwe berdide nava gund, tabloyekî weke bi destan hatiye xêzkirin derdixe holê. 

 Navê xwe jî, ji axa xwe ya sor ku ji xweşikbuna xwezaya Soregulê re dibe dayik digre. 

Di ketina gund de dengê çukan ji mirov re dibe rêheval û aramî di dilê mirov de ava dike. Ev dengê bi çem re dibe yek dîmenekî bihuştane ava dike.   

Gundê Soregulê, li herêma Şehîd Harûn a binarê Qendîlê ye. Bi taybetî bihar û havînê ev gund şîn dibe. Her wiha cihê herî zêde ku mirov tên seyrangehê ev gund û xwezaya wê ya xweşik e. Tevî ku zivistanan derfetên gund zehmet dibin jî, xweşikbûneke cûda ya zivistanên vî gundî jî heye.  

Li vî gundî yên ku salên dirêj lê jiyan dikin û nahêlin ku şînbûna gund kêm jî bibe, dayik û jinên ciwan ên gund in. Ew diyar dikin ku bi dehan sal in li vî gundî jiyan dikin û gotin: “Em li gund debara xwe bi sewalkarî û komkirina giyayan dikin.” 

Jina ciwan a bi navê Îlham Mihemed qala xweşikbûna xweza û jiyana gund dike û bang li hezkiriyên xwezayê dike ku ew serdana gundê Soregulê bikin.