Li bajarê Amudê yê Rojavayê Kurdistanê 5 kesên dixwestin bi riyên qaçaxî derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku bi wan re belgeyên nepenî hatine bidestxistin
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 1’ê îlonê di saetên êvarê de 5 kesên ku dixwestin ji bajarê Amudê derbasî Tirkiyeyê bibin, li ser sînor ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku bi kesên navborî re belgeyên nepenî hatine bidestxistin. Rayedarên YPG’ê diyar kirin ku 5 kes niha di binçavan de ne û da zanîn ku ew ê piştî lêpirsînê agahiyên berfireh bidin.
Hêjayê gotinê ye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriye paytext Şam û Helebê Kurdan diparêzin.