Di demek de ku li ser Li Rojavayê Kurdistanê belgeyên “civînên nepenî” derdikevin holê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wekî hêza leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê hatiye îlankirin, lez dide xebatên xwe. YPG’ê piştî Efrîn û Qamişloya tûgaya xwe ya ya 3’yemîn li Kobanê ava kir.
YPG’ê piştî Efrîn û Qamişlo, di 11'ê cotmehê de, li bajarê Kobanê jî tûgaya sêyemîn ava kir. Tûgay bi merasimek leşkerî hate ragihandin. Di merasîmê de belavoka ragihandina “Tûgaya Şehîd Sadiq Kobanê” hate xwendin.
Belavok ji aliyê rayedarên YPG’ê ve bi kurdî û erebî hate xwendin. Di belavokê de hate destnîşankirin ku ji 2 salan û vir ve pêla azadiyê ya şoreşa gelan li hemû Rojhilata Navîn belav bûye û nêzî salek û nîv e, ev pêl li tevahiya Sûriyeyê jî belav bûye û wiha hat gotin: “Li Rojavayê Kurdistanê jî, ji destpêka serhildana 12’ê Adarê ya 2004’an a Qamişloyê ve gelê me li ser piyan e û ev serhildan dê heta azadiyê dom bike.”
Di belavokê de hate diyarkirin ku di vê pêvajoyê de xeteriya ji aliyê rejîma Baasê ya şoven, ji bo gelên Kurdistanê xeteriyê derdixînin, lewre wan jî li hemberî rejîma Baasê û sekvanên wê yekîneyên xwe ava kirin.
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Me li hemberî rejîmê li Efrîn, Kobanê û Qamişlo têkoşîn meşand. Bi pêşketina bûyerên li Sûriyeyê pêwistiya yekîneyên leşkerî zêdetir derket pêş. Gelek pirsgirêkên hindurîn û derve derketin, lewre pêdiviya gel zêdetir bi parastinê çêbû. Ji bo ku em di vê kaosê de gel bi parêzin, me ji Kobanê dest bi parastina nirxên xwe kir. Em weki Fermandiya Giştî ya YPG’ê niha jî Tûgaya Sadiq Kobanê ji gelê Kobanê û hemû Rojavayê Kurdistanê re îlan dikin. Ev Tûgay dê Kobanê ku wekî bajarê yekemîn ê ji rejima baasê hatiye rizgaarkirin, biparêze.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin; “Em ê wekî leşkerên Tûgaya Şehîd Sadik, bi bawerî û fedakarî hêjayê Şehîd Sadık bin” û, bang li hemû ciwanan hate kirin ku tevlî refên YPG’ê bibin
Piştî daxuyaniyê birayê Sadiq Mistefa Balî axivî û ji ber avakirina tûgayê keyfxweşiya xwe anî ziman. Balî wiha axivî: “Parastina gel ji we tê xwestin. Bi taybetî di dema dawî de gelê me ku herêmên xwe birêve dibe, rastî êrişên tê. Avakirina van tûgayan dê rê li pêşiya komployan bigire û planên hêzên dixwazin destkeftiyên Kurdistanê bixin bin bandora xwe, puç derxînin. Yekîneyên Parastina Gel ji bo avakirina xweseriya demokratîk, beşek bingehîn e.”
YPG’ê di 14 îlonê de li Efrînê, di 4’ê cotmehê de jî li Qamişlo tûgayên xwe ava kiribûn.