Li bajarê Amudê yê Rojavayê Kurdistanê 5 kesên ku li ser sînor ji aliyê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatibûn binçavkirin û li ser wan belgeyên nepenî hatibûn bidestxistin, li ser daxwaza Desteya Kurd a Bilind serbest hatin berdan.
Li bajarê Amudê 5 kesên ku duh êvarê dema dixwestin bi riyên qaçax derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê YPG’ê ve hatibûn binçavkirin û li ser wan belgeyên nepenî hatibûn bidestxistin, li ser daxwaza Desteya Kurd a Bilind serbest hatin berdan. Hate gotin ku Endamê Desteya Kurd a Bilind Îsmaîl Hemê diyar kiriye ku dê bi bûyerê re eleqedar bibin. Di vê navberê de lêpirsîna YPG’ê ya derbarê belgeyên hatine bidestxistin de jî didome.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 1’ê îlonê di saetên êvarê de 5 kesên ku dixwestin ji bajarê Amudê derbasî Tirkiyeyê bibin, li ser sînor ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku bi kesên navborî re belgeyên nepenî hatine bidestxistin.
Hêjayê gotinê ye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriye paytext Şam û Helebê Kurdan diparêzin.