YJA-Star çalakiya li dijî trena bar girt ser xwe

YJA-Star çalakiya li dijî trena bar girt ser xwe

Artêşa jinan YJA-Starê çalakiya ku di 1’ê îlonê de li navçeya Kemah a Erzînganê li hemberî trena bar pêk hat girt ser xwe.

Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Çapemenî ya YJA-Star ve hat dayîn de hat gotin; “Di 1’ê Îlonê saet di 21.40 de ji aliyê gerîlayên me ve li dijî xeta trenê ya li Erzînganê çalakiyek hatiye lidarxistin.”

Di berdewamê de hat gotin, “Di encama vê çalakiyê de, trena ku maden lê hatibû barkirin qelibî, vaneke bi temam rûxiya û 15 van jî ji rayê derketine.”