Yektaşê bedena xwe da ber agir jiyana xwe ji dest da

Yektaşê bedena xwe da ber agir jiyana xwe ji dest da

Xwendekarê bi navê Serdar Yektaş yê li Zanîngeha Harranê bi armanca şermezarkirina salvegera 9'ê Cotmehê roja komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bendena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da.

Xwendekarê Fakulteya Çandîniyê yê Zanîngeha Harranê dixwend yê bi navê Serdar Yektaş (22) bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir.

Yektaş li ber Fakulteya Kampusa Osman Bey ya Fakulteya Çandîniyê ya Zanîngeha Harranê bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Bimire komploya navneteweyî", "Bijî biratiya gelên kurd û tirk", "Şehîd namirin" û "Bimire faşîzim" bedena xwe da ber agir.

Yektaşê ku bi giranî birîndar bû, rakirin beşa şewatê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û li gel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Çav lê ye ku Yektaş li navçeya Sêwerekê ya Rihayê bê definkirin.

Xwendekarên Zanîngeha Harranê yên kampusa Osman Bey jî îro dibistan boykot kirin. Hate hînbûn ku, xwendekar dê di demjimêr 11.00'an de li ber Fakulteya Çandiyê meşekê li dar bixin.

Li aliye din şevê din polîsan di ser mala Yektaş de girtin û lêgerîn pêk anîn.