Xwendekarê Zanîngeha Harranê Serdar Yektaş yê ku bi armanca şermezarkirina salvegera Komploya Navnetewî ya 9'ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket, li ber Zanîngeha Harranê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, di nîşeya li pey xwe hişt de wiha got: "Divê ne wekî kurdên berhevkirî ampûlan pêxin, divê bedenan bişewitîn. Ev yek bersiva min ya li hemberî bêdengiya Rihayê ye."
Xwendekarê Zanîngeha Harranê yê bi navê Serdar Yektaş yê 22 salî duh di demjimêr17.00'an de li ber Fakulteya Çandîniyê ya Zanîngeha Harranê bi armanca şermezarkirina salvegera Komploya Navnetewî ya 9'ê Cotmehê bedan xwe da ber agir. Yektaş bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Bimire komploya navneteweyî", "Bijî biratiya gelên kurd û tirk", "Şehîd namirin" û "Bimire faşîzim" bedena xwe da ber agir û bi granî birîndar bû. Yektaş rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê û li gel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Derket holê ku berî Yektaş çalakiya xwe li der bixe li pey xwe nîşeyek hişt.
Yektaş di peyama xwe ya li pey xwe hişt de wiha got: ""Îro 9'ê Cotmehê, 14'emîn salvegera roja Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket. Em ciwanên Kurd yên li azadiyê digerin baş dizanin ku, komloya navneteweyî ji bo gelê Kurd, Kurdistan, biratiya gelên Kurd û Tirk bê bandor bike pêk hat. Em dizanin ku riya ji vê tarîtiyê bê xilaskirin baş dizanin. Dîsa em dizanin ku ji bo vê tarîtiyê ronî bikin, weke kurdên berhevkirî ampûlan pênaxin. Li şûna ampûlan em bedenên xwe bişewitînîn. An azadî an azadî. Ev yekê bersiva min ya li hemberî bêdengiya Rihayê ye. Ev yekê bersiva min ya li hemberî hişyarnebûyîna Rihayê ye."