Yalçin ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin

Yalçin ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin

Cenazeyê Mehmet Yalçin yê ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Qoserê bedena xwe da ber agir ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Mehmet Yalçin yê ku di 1'ê tebaxê de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ber avahiya Edliyeya Qoserê bedena xwe da ber agir û 28'ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da hate definkirin. Cenazeyê Yalçin li Tesîsên Ademhan ya Mêrdînê ji aliyê sedan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin û pişt re birin Goristana Sanayî ya Qoserê.

Polîsan ji bo karwana cenaze di navanda navçeyê re derbaz nebe hemû riyên sereke bi barîkantan girtin. Hevdîtinên ji bo karwana cenaze di navenda navçeyê re derbaz bibe hatin kirin tu encam nedan di navbera polîs û welatiyan de rageşî derket. Li ser vê yekê bi sedan wesayîtan nêzî nîv demjimêrê rê li trafîkê girt. Pişt re li ser daxwaza bavê Yalçin Mehmet Alî Yalçin karwana cenaze bêyî bikeve navenda bajar û ber bi goristanê ve derket rê.

YALÇIN JI ALIYÊ HEZARAN KESAN VE HATE PÊŞWAZÎKIRIN

Dema karwana cenaze ket nava tax ji aliyê hezaran kesan ve bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Li çiyayan negerin Apoyî li her derê ne", "Bê Serok jiyan na be", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Tolhildan" hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de pankrata "Heval Mehmet bi meşaleya te bi agirê bedenê xwe hilkir em dê bi azadiya Rêberê Apo bilind bikin" hate vekirin. Piştî wecîbeyên olî hatin bicihanîn rêzgirtin pêk hat û bi hezaran kesan sirûda "Çerxa Şoreşê" xwed.

'AGIRÊ BEDENA YALÇIN DÊ ÇIYAYAN RONÎ BIKE'

Piştî merasîma cenazes Nûnerê MEYA-DER'ê yê Mêrdînê Mahmut Erdem axaftinek kir û diyar kir ku, berî Yalçin çalakiyê li dar bixe her tim ji malbata xwe re digot ew ji ber komkujiya Roboskiyê gelek xemgîne û nikare vê yekê rabigire. Erdem anî ziman ku, pişt re hînbûn ku Yalçin ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin dest bi çalakiyeke wisa kir. Erdem da zanîn ku, Yalçin xwe ji gelê Kurd û rêbertiya gelê Kurd re feda kir û wiha got: "Çiruskên agirê bedena Yalçin dê çiyayan ronî bike"

'KURÊ MIN ŞEHÎDÊ HEMÛ KURDANE'

Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Sîhem Elveren Alp jî diyar kir ku, ew hurmetê nîşanî çalakiya Yalçin didin û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên çalakiyên wisa napejirîne bîrxistin. Alp anî ziman ku, zext û zordariyên hikûmeta AKP'ê yên li ser kurdan berdewam dikin û wiha got: "Em dê xwedî li mîrateyê şehîdên xwe yên ji me re hiştin derbikevin. Em dê heta dawiyê têkoşîna wan bidomînin." Dayîka Yalçin Fatîme Yalçin jî wiha got: "Kurê min şehîdê hemû kurdane." Fatîma Yalçin ji ber giriyê nekarî axaftina xwe bi temam bike. Piştî axaftinan merasîma cenaze bi dawî bû. Pişt re bi hezaran kes çûn konê şînê ziyaret kirin.

Konê şînê saet di 13.00'an de dê ji aliyê BDP'î û gel ve bi meşeke girseyî bê ziyaretkirin.