Xwendekarên Kurd li Hîsacê hatin xelatkirin

Xwendekarên Kurd li Hîsacê hatin xelatkirin

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Hîsacê Hisiça Konfederasiyona Xwendekarên Kurd li bajêr, şahiyeke xelatkirina xwendekarên serkeftî yên di qonaxa navîn û amadeyî de li dar xist. Şahî bi beşdariya bi sedan xwendekarên zanîngehê û malbatên xwendekarên pêşeng pêk hat.

Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Piştre Endama Koordînasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz Şîlan Dîrok axivî û got: “Rola xwendekaran ne tenê ew e ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, lê belê erk û rola wan, pêwîste pêşnegiya civakê bikin.”

Dîrok got; “ Her wiha, divê li hemberî plangeriyên li dijî gelê xwe jî hişiyar bin. Bi taybet yên ji aliyê rejîmên dagirker ve li dijî gelê Kurd tê meşandin.” Her wiha, endamê Meclîsa Gel a Hîsacê Sûad Xelo jî wiha axivî; “ Divê xwendekar erkê sereke yê xwe bizanin ku divê Sûriye ji rewşa wê ya qeyran û aloziyê derbas bikin û xwe bi rêxistin bikin da ku her valetiyeke di dahatûyê de çêbibe yekser dabigirin.”

Şahî bi stran û awazên Koma Tolhildan ya folklorî geş bû, gelek awazên dîlanên folkolarî û hinek pêşandina şano jî ji aliyê Koma Tolhildan û Koma Rûsîm ve pêk hatin. Di dawiyê de xwendekar hatin xelatkirin.