Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" di hefteya 187'an de berdewam kir. Endamên MEYA-DER'ê, bertek nîşanî pêkanînên li dijî gêrîlayên HPG’ê tê meşandin dan û xwestin Saziya Tipa Edlî bêyî destûr cenazeyan negirin. MEYA-DER'ê anî ziman ku, dê di 11'ê Îlonê de li pêş Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin, di hefteya 187'an de li Parka Koşuyolu li ber Abîdeya Mafê Jiyanê çalakiya xwe ya her hefteyê berdewam kirin. Di çalakiyê de nûnerên ÎHD, aktîvîstên Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, sendîkayên girêdayî KESK'ê û xizmên windayan amade bûn. Vê hefteyê endamên MEYA-DER'ê yên ji bo civîna li Amedê ji gelek bajaran hatibûn tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan malbatan.
Di çalakiyê de Endama Komîsyona Windayan ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Necibe Guneş Perinçek anî ziman ku, destpêkê hikumeta AKP'ê soz da wan ku dê bûyerên tarî ronî bike û hemû tiştên tarî aşkere bike û wiha got: Lê dijberî vê yekê li şûna bûyerên tarî ronî bike, bêtir polîsên wê welatiyên sivîl kuştin. Polîsan Şerzan Kurt kuşt û polîsê Şerzan kuşt serbest hate berdan. Dîsa leşkerê ermenî Sevag Şahin Balikçi hate kuştin. Gelek zarok û ciwanên din bi bombeyên gazê hatin qetilirin. Lê heta niha polîs nehatine darizandin. Bûyerên 12'e Îlona 90'an dîsa dubare dibin."
BERTEK NIŞANÎ DERXISTIN BIZÛV Û ORGANÊN GÊRÎLAYAN DAN
Seroka Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Leyla Ayaz jî axivî û wiha got: "Pêkanînên li dijî cenazeyên gêrîlayên HPG'ê nayê qebûl kirin. Saziya Tipa Edli ya Meletiyê bêyî agahî û destûra malbata wan bizûv û organên gêrîlayên HPG'ê digirin. Pisporekî saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku bêyî destûra malbatan bizûvên gêrîlayên HPG'ê digirin. Em dê li gel malbatên HPG'ê di 11'ê Îlonê roja sêşemê de biçin ber Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û bi girseyî li wir daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em dixwazin hemû malbat piştgiriyê bidin çaalikyê. Em dê roja 11'ê Îlonê di demjimêr 06.00'an de ji ber avahiya BDP'ê ya Amedê bi rê bikevin.
BAVÊ GÊRÎLAYÊ HPG’Ê MUCEL BERTEK NÎŞAN DA
Bavê gêrîlayên HPG'ê Asuman Mucel ku ku ligel 15 hevalên xwe yên jin li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da, Medeni Mucel jî axivî û wiha got: "Em vê hovîtiya li hemberî zarokên xwe qebûl nakin. Em ji vê pêkanina dewletê re dibêjin êdî bese. Çima bêyî destûra me navdilên zarokên me dibin. Ev li gorî kijan sincê mirovahiyê heye. Em roja sêşemê li Meletiyê li benda her kesî ne."
Pişt re çîroka Îbrahîm Adak û Mehmet Gurru Ozer ê di 14'ê Adara 1994'an de hatin binçavkirin û windakirin hate xwendin. Çîroka Îbrahim Adak û Mehmet Gurru Ozer Endama Komîsyona ÎHD'ê ya windayan Necibe Guneş Perinçek xwend û diyar kir ku, Îbrahim Adak û Mehmet Gurru Ozer li Cizîrê ji aliyê Serokê Koma JÎTEM'ê Cemal Temîzoz ve hate revandin û wiha got: "Di 14'ê Adara 1994'an de yekîneyên JÎTEM'ê Çawîşê Pispor Selîm Hoca, Yavuz Tuna, Tayfun, Hidir Altug, Şahin, Bedran û Abdulhekim Guven ew binçavkirin û winda kirin. Divê Temîzoz û ekîba wî bên darizandin û cezakirin.
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûnişitnê pêk anîn.