Xeta petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê dişewite!

Xeta petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê dişewite!

Li nêzî navçeya Silopiyê ya Şirnexê di xeta petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê de şewat derket.

Li nêzî navçeya Silopiyê ya Şirnexê, li ser xeta petrolê ya Kerkûk- Yûmûrtalikê şewat derket. Piştî şewatê di xeta petrolê de teqîn pêk hat. Şewata petrolê didome û yekîneyên agirkujê çûn herêmê.

Hêjayê gotinê ye ku di 1’ê tebaxê de jî li hemberî vê xetê li Nisêbînî çalakiyek sabûtajê pêk anî bû. HPG’ê çalakiya sabûtajê ya ku di 5’ê tebaxê de li dijî lûleya xeta petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalikê di navbera navçeya Midyad û Hezexê de pêk hatibû jî girtibû ser xwe.