Wesiyeta wî hat bicihanîn, lê cihê lê ji dayîk bûye spartin axê

Wesiyeta wî hat bicihanîn, lê cihê lê ji dayîk bûye spartin axê

Cenazeyê siyasetmedarê kurd Cemal Kavak ê ku li Awisturyayê dawî li jiyana xwe anî li gel astengiya walî û polîsan li Goristana Deriyê Mêrdînê bi slogana "Şehîd namirin" spartin axê. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku Cemal Kavak li şûna li sirgûnê bijî xwest ku li erdnîgariya kurdan birazê. Demîrtaş, anî ziman ku rojê dê li ser gorên wan mizgîniya azadiyê ji wan re bidin.

Cenazeyê siyastmedarê kurd Cemal Kavak ê ku li bajarê Însbruckê yê Awisturyayê dawî li jiyana xwe anî serê sibê li Êlihê bi sedan wesayîtan anî Amedê û li Goristana Deriyê Mêrdînê spartin axê û wesiyeta wî hat bicihanîn.

Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan, Sebahat Tuncel, Ayla Akat, Halîl Aksoy, Ozdal Uçar û Husamettîn Zenderlîoglu, rêveberên BDP'ê, şaredar, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn.

Darbesta Kavak bi slogana "Şehîd namirin" hate girtin û li ser milan heta Goristana Deriyê Mêrdînê birin. Li mizgefta goristanê nimêja cenaze hate kirin û careke din li ser milan darbesta Kavak birin goristanê. Li goristanê posterê Kavak ê bi gulan hatî xemilandin hate vekirin. Li goristanê hevsera Kavak û xizmên wî rondikên xwe negirtin û bi dengekî bilind giriyan. Ji bo Kavak Endamê DÎAY-DER'ê dua hatin xwendin. Piştî karên spartinê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û axaftina xwe bi gotinên "Serê me hemûyan sax be. Hevalê me yê Cemal; bi xêr hatî welatê xwe !" dest pê kir û wiha got: "Me bi hezaran rêhevalên xwe weke te emanetî vê axê kirin. Îro jî em rêhevalekî xwe yê jiyana wî bi têkoşînê dagirtî emanetî axê dikin. Ez bawer dikim ku serba vî gelî ya ji bo azadiyê aştiyê, rola şehîdan gelek e."

DEMÎRTAŞ: EM DÊ ROJEKÊ MIZGÎNIYA AZADIYÊ YA AXA WAN CANÊ XWE DI RÊYA WÊ DE DAYÎ BIDIN WAN

Demîrtaş, anî ziman ku Cemal Kavak dema li Tirkiyeyê her tim ji bo gelê xwe têkoşiy. Demîrtaş, da zanîn ku Kavak bi zorê sirgûnî Ewropayê bû lê jiyana sirgûniyê nepejirand. Demîrtaş, bi lêv kir ku Kavak ji ax û germaniya têkoşînê zêde dûr nekarî bimîne û wiha axivî: "Hevalê me Cemal li şûna li sirgûniyê bijîn tercîha li vê erdniyariyê rabikev vebijart. Ez careke din dibêjin Hevalê Cemal tu bi xêr hatî. Ji bo hevkariya te daye vê axê û tekoşînê rehet rabikeve. Bila çavê te li pey te nebe. Ev gel heta azad dibe dê têkoşîna xwe bidomîne û dest ji têkoşîna xwe bernade. Em tu gavan paşve navêjin. Em ji rêhevalên xwe re soz daye." Demîrtaş, da zanîn ku rojekê ew dê mizgîniya azadiyê ya axa wan canê xwe di rêya wê de dayî bidin wan û wiha pê de çû: "Em vê sozê careke din li hemberî gelê xwe û malbata xwe didin. Serê malbata me û gelê me sax be. Riya te vekirî be Cemal heval."

DERWÊŞ: AN JIYANEKE BI RÛMET AN JÎ TUNE

Pişt re li ser nav kurdên Ewropa dijîn Derwêş axaftinek kin kir. Derwêş, diyar kir ku dema Kavak çalakî li dar xist gelek bi moral bû. Derwêş, anî ziman ku ev çoş di pîrozbahiyên 15'ê tebaxê de derketibû holê. Derwêş, da zanîn ku ji ber vê yekê divê tu kes çalakiya Kavak weke westiyan an jî acizî nenirxîne û wiha got: "Ev yekê hem ji çalakî hem jî ji şahedat heval re dê bibe neheqiyeke mezin. Heval di nameya li pey xwe hişt her tişt bi awayekî zelal aşkera kiriye. Hevalê Cemal got,'Ez li Ewropayê xwe weke gula di vazoyê de hîs dikim' Yanî jiyana Ewropayê çiqas sext û durûtiye aniye ziman. Çareke din jiyana sirgûn nayê kêşandin ji me re vegot. Heke têkoşînek bê dayî divê li ser axa pîroz bê dayîn nîşanî me da. Ji me kurdên sirgûnê dijîn re peyam 'An dê jiyaneke bi rûmet hebe an jî tu jiyanên din nabe' da. Em şahedata heval Cemal wisa dibînin. Em jî kurdên Ewropayê ji Cemal heval re soza,'An em dê xwedî li têkoşîna te derbikevin û jiyaneke bêrûmet qebûl nakin' didin."

TUGLUK: HEVAL CEMAL TÊ WATEYA TÊKOŞÎNÊ

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî axaftineke kin kir û diyar kir ku ew ji ber mirina Kavak gelek xemgîn in. Tugluk, anî ziman ku bi Kavak re xebat meşandin û Kavak ji wan re gelek girîng e û wiha got: "Cemal heval tê wateya têkoşînê, berxwedanê, ked, bawerî û vînê.... Ji bo me wateya heval Cemal ev e. Em ew her tim bi têkoşînê ve girêdayî dît. Her tim ji bo aştî û azadiyê ked da. Em dê xwedî li têkoşîna hevalê xwe derbikevin û tu caran wî ji bîrnakin."

'BAVÊ ME HESRETA WELATÊ AZAD TU CARAN DI DILÊ XWE DE KÊM NEKIR'

Li goristanê nameya zarokên Kavak ên ji ber qedexeya wan a welat heye nehatin Devrîm, Eyup, Rojhat, Amed, Azat û Berîvan hate xwendin. Di nameyê de wiha hate gotin: "Em weke malbata Cemal Kavak ji xizim û gelê xwe dixwazin xwedî li mîrateyê şehîdan derbikevin e. Cemal Kavak jî wekî hemû şehîdên di riya serokatiyê de ketin nemir e. Cemalek jiyana xwe ji dest dide hezaran Cemal cih digirin. Bavê me tu caran xeyala welatê azad di dilê xwe de kêmnekir. Ji me re mirateya têkoşîna gel a mafdar hişt. Em li hemberî gelê xwe soza, em dê her tim xwedî li têkoşîna bavê xwe Cemal Kavak a bi rûmet derbikevin didin. Cih te cennet be bavo."

Pişt axaftinan girse ji goristanê çûn Mala Şînê ya Badikaniyan.