Wesayîta Serokê AKP’yî hate şewitandin

Wesayîta Serokê AKP’yî hate şewitandin

Duh şev wesayîta Serokê AKP’a Hezexê Ridvan Ozel ji aliyê kes yan jî kesên nasnameyan nediyar ve hate şewitandin.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê wesayîta Serokê AKP’a Hezexê Ridvan Ozel hate şewitandin. Duh şev di demjimêr 00.30’an de wesayîta bi markaya Opel Astra ku Ozel çûbû taxa Atakent serdana xizmên xwe ji aliyê kes yan jî kesên nasnameya wan nediyar ve hate şewitandin. Wesayîta ku şewitî hate hînbûn ku, tanka LPG’ê bi dengek mezin teqiya. Piştî teqînê wesayîtên îtfayê yên aydê Şaredariya Hezexê hatin cihê bûyerê û mudaxeleyî şewatê kirin. hate hînbûn ku, wesayît êdî kêrî bikaranînê nayê.

Bipiştî bihîstina bûyerê gelek polîs veguhestin herêmê. Wesayîta ku şewitî birin Midûriyeta Polîsan.