Li Şirnexê piştî Onder Zeyrek ku di encama wesayîta zirxî ya akrebê li motosîkletê qelibî jiyana xwe ji dest da, Ûmût Yanar yê 3 roje di nexweşxaneyê de tê derman kirin jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Bahçelîevler ya Şirnexê, wesayîtekî zirxî ya ji Midûriyeta Polîsan ya bajar derdiket, li motosîkletekî ji beramber ve dihat qelibî. Di encama li hevketinê de ji 2 ciwanên li ser motosîkletê Onder Zeyrek yê 18 salî jiyana xwe ji dest da, Ûmût Yanar (18) jî giran birîndar bibû û li Nexweşxaneya Amedê dihat derman kirin. Yanarê ku sê roj bû dihat derman kirin, hate hînbûn ku di demjimêrên sibehê de jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Yanar dê îro li Goristana Nalarû bê veşartin.