Hate ragihandin ku wesayîta zirxî ya ku ji bo ewlehiya nexweşxaneya leşkerên li Rûbarokê birîndar bûn bigire çû li zarokekî 8 salî qelîbî û bi giranî birîndar kir.
Hate diyarkirin ku di êrîşa gerîlayên a li dijî 2'yemîn Tabura Sînor û Qereqola Umurlu ya bajaroka Rubarokê de 3 mirin û hate hinbûn ku gelek leşker jî birîndar bûn e. Hate zanîn ku 3 leşkerên yek jê giranî birîndar bûn bi helîkopterê anîn Qişleya Fatîhê ya Colemêrgê û pişt re jî bi ambulansê birin Nexweşxaneya Leşkerî ya Colemêrgê.
Hate ragihandin ku ji 4 leşkerên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê 2 leşkerên rewşa wan giran bi helîkopterê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê hatin kirin. Li nexweşxaneyê axaftina rayedarekî leşkerî û doktorekî ya "Gelek leşkerên birîndar hene. Ji van hinek şandin Colemêrgê û hinek jî şandin Wanê. Şehîd jî nahetin zelalkirin."
ZAROKÊ 8 SALÎ PERÇIQAND!
Hate zanîn ku li herêmê pevçûn didomin. Wesayîta zirxî ya ku ji bo ewlehiya nexweşxaneyê diçû li zarokê bi navê Muhsîn Îşleyen ê 8 salî ve qelibî û bi giranî birîndar kir. Îşleyen ê ku bi giranî birîndar bû sewqî Nexweşxaneya Dewlêtê ya Wanê hate kirin.
TABURA GAREYÊ RASTÎ ÊRÎŞA HEWANAN HAT
Li dijî Tabura Gareyê ya li ser sînorê Îranê saet di 17:30'an de rastê êrîşê hat. Di êrîşa bi hewanan pêk hat de têkildarî winda û birîndaran de tu agahî nehatin bidestxistin. Hate ragihandin ku piştî êrîşê pevçûnan dest pê kir. Li herêmê operasyon hate destpêkirin.