Welatiyê Kurd bê sedem ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat girtin

Welatiyê Kurd bê sedem ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat girtin

Hat ragihandin ku hemwelatiyê bi navê Seyfeddîn Silêman Osman ku jî bajarê Amûdê ye dema ku dixwest di 27 tebaxê de, derbasî Bakurê Kurdîstanê bîbe lî ser sînor, jî aliyê hêzên ewlekariya Sûriyeyê ve hate girtin.

Hate zanîn ku welatiyê bi navê Seyfeddîn Silêman Osman ku rûnştvanê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdtanê ye dema ku dixwest bi malbata xwe re di 27 mehê de, ji bo serdanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên ewlekariya ya Sûriyeyê ve bê ku sedem bêne nîşandan hate girtin.

Li gor agahiyên malbatê dane, Silêman dema bi malbata xwe re ji bo serdana xizmên xwe derbasî Bakurê Kurdstanê dibû, li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdstanê, li deriyê sînor yê Til Ebyadê, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bê ku sedem bê nîşandan hate girtin.

Seyfeddîn Silêman niha li girtîgeha bajarê Reqayê bê sedem tê ragirtin. Malbata Seyfeddîn da zanîn ku ew bê suc û sedem hatiye girtin û daxwaz li hêzên rêjîmê kir ku tavilê Seyfeddîn Silêman berdin.