Waliyê Şirnexê Vahdetîn Ozkan ji ber sedema ku gêrîlayên HPG’ê pira li ser ava Ilicak ya di navbera Çeman-Elkê ya binavê pira duwemîn tê zanîn, nekarî bikeve navçeya Elkê. Polîs-leşkerên li navçeyê jî xwe xistine qereqolên xwe.
Piştî ku gêrîlayên HPG’ê duh şev di demjimêr 22.00’an de bi çekên lûle dirêj ji 4 aliyan ve êrîşî Qeymeqamtîü avahiyên TOKÎ, navendên polîs û leşkeran yên navçeya Elkê, kontrol ketiye destê gêrîlayên HPG’ê.
Ji ber sedema hilweşandina pira duwemîn ya li ser ava Ilicak ya di navbera Çeman-Elkê de, rêya bejahiyê li trafîkê hate girtin.Waliyê Şirnexê Vahdetîn Ozkan jî ku xwest hûrkolîna bûyerê li cihê bûyerê bixwe bike ji Şirnexê di bin ewlekariyek mezin de hate Elkê, lê belê ji ber ku pire hatibû hilweşandin Walî Ozkan nekarî bikeve Elkê. Ozkan neçar ma careke din vegere Şirnexê.
Agahiyên ku Şaredarê Elkê Yûsûf Temel dayî ANF’ê, kontrola gêrîlayên HPG’ê ya li navçeyê piştrast kiribû û gotibû, “polîs û leşker ketine qereqolên xwe.”