Vê carê jî hêstir hatin binçavkirin!

Vê carê jî hêstir hatin binçavkirin!

Li sê gundên girêdayî navenda Bedlîsê hêstirên gundiyan ji aliyê Qereqola Cendirmeyan a Kirancayê ve hatin desteserkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li herêma Şêx Cuma ya Beldîsê, 6 hêstirên koçerên gundên Şatak, Kaskar û Şenabedoyê ji aliyê Fermandariya Qerqola Cendirmeyan a Karincayê ve hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku her şeş hêstir di baxçeyê qereqolê de têne ragirtin û bi îdîaya alîkarî û erzaq ji PKK’ê re birine hatine desteserkirin. Nayê zanîn hêstir dê kengî serbest bên berdan.