Turk: Li rexmî qedexeyan em dê li qadan bin

Turk: Li rexmî qedexeyan em dê li qadan bin

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk bertek nîşanî biryara qedexekirina mitînga BDP'ê ya dê di 26'ê tebaxê de li Qoserê pêk bê da û wiha got: "Em roja yekşemê bi mantiqê 'Em partiyekî siyasî ne, mitînga partiyekî siyasî neyê qedexekirin' dê bi gelê xwe re li qadê bin. Em teqez van pêkûtiyan qebul nakin û em serî li hemberî vê yekê natewînin. Ji ber ku ev biryar bêhiqûqî ye."

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk bertek nîşanî qedexekirina mitînga Qoserê da û anî ziman ku ew ji bo mitîngê li dar bixin bi biryarin û wiha axivî: "Mantiqa bi konseptên ewlehî û qedexekirinê îro îflas kirin. Lê em niha dizanin ku ji bo li qada siyaseta demokratîk vîna gel bi tepisînin polîtîkayan dimeşînin." Turk da zanîn ku, xebatên partiyekî siyasî ya koma wê bi vîna gel hate hilbijartin bi awayekî fîlî hatine qedexekirin. Turk bilêv kir ku, dixwazin vê yekê bi awayekî fermî nîşan bidin û wiha pê de çû: "Em dizanin ku polîtîkayên kesên daxwazên kurdan tînin ziman bêdeng bikin dimeşînin. Îro mitîgên partiyê xebatên partiyê hatin qedexkirin û ji daxuyaniyên re jî mudaxele tên kirin.Ev yek jî nîşaneya dewlet ji polîtîkayên neçareseriyê bi israre."

'EM DÊ LI QADÊ BIN'

Turk axaftina xwe wiha berdewam kir: "Hikûmeta AKP'ê ji ber polîtîkayên neçareseriyê ew xilas nekirin dest bi polîtîkayên bêdengî û tepisandinê kirin. Qedexeya mitînga îro eve. Li aliyekî xebatên partiyê tên qedexekirin û li aliyê din bi gotinên nijadperest pêvajoya gel tehrîk bikin dan destpêkirin. Ji bo bûyeran bi awayeke din nişanî gelê Tirk bidin di nava hewildanên cuda da ne û siyasetekî wisa dimîşinin. Siyaseta Kurdan terorîze dikin, dimeşînin. Divê gelê di hişyariya vê yekê de be. Divê gelê me li hemberî têkoşîna demokratîk ya partiyekî siyasî ya vê dewletê ya mitîng û hemû xebatên wê tên qedexekirin sekenek bi hempa nîşan bide. Em roja yekşemî dê bi mantiqa 'Em partiyekî siyasî ne û mitîngên partiyekî siyasî nayên qedexekirin' bi gelê xwe re li qadê bûn."

'GELÊ ME LI HEMBERÎ PÊKANÎNEKÎ DIJDEMOKRATÎK SERÎ NATEWÎNE'

Turk teqîna li Dîlokê jî nirxand û da zanîn ku, piştî bûyerê demildest bûyer ji PKK'ê û kurdan re kirin mal û hinek kom li dijî kurdan sor kirin. Turk anî ziman ku, kiryarên Roboskiyê li gel gelek meh bi ser de derbaz bûn hêj nehatine dîtin û daxuyaniyên piştî êrîşa Dîlokê bêbawerin. Turk êrîşên piştî êrîşê li dijî avahiyên BDP'ê jî nirxandin û wiha axivî: "Gelê me dê tevlî van mitîngan bibe û li hemberî lîncan raweste. Divê ev mitîng bibe bersiva êrîşên li dijî partiya me. Ev mitîngekî zagonî û hiqûqî ye.

Çiqas ew bêjin 'Me qedexe kir' li tu welatên demokratîk pêkanînekî wisa tuneye. Gelê me nemecbûre serî li hemberî pêkanînekî dijdemokratîk bitewîne.Em teqez serî li hemberî vê yekê natewînin. Ji ber ku ev biryarekî dijzagonî û bêhiqûqî ye. Biryarekî vîna me tune bikeye. Em li bendê ne ku gelê me bi vê ramanê xwedî li mitîngan derbikeve."