Turk: Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya gelê Kurd

Turk: Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya gelê Kurd

Hevserokê KCD'ê û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk di Mihrîcana Çandê û Ciwanan ya Şemrexê de diyar kir ku, bi sedsalanin gelê Kurd bê ziman, nasname û statu hatiye hiştin, lê dê ev sedsal bibe sedsala azadiya gelê Kurd.

Şaredariya Şemrexê ya BDP'yî ya Mêrdînê şevê din Mihrîcana Çandê û Ciwanan bi pêşandana fîlmekî destpê kir. Mihrîcana ku 4 rojan dest pê bike dê bernameyên cur be cûr bên pêşandan. Di mihrîcana şevê din de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Endamên Lijneya Koordinasyona KCD'ê Halîl Aksoy û Ozdal Uçer, Hevserokê BDP'ê ya Mêrdînê Şaban Karakaş, Şaredarê Şemrexê Hasîp Aktaş û bisedan welatî amade bûn. Di mihrîcanê de fîlm hate pêşandan û pişt re welatiyan li ber def û zurneyê govend gerandin.

Pişti govendê Hevserokê KCD'ê û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk di Mihrîcanê de diyar kir ku, bi sedsalanin gelê Kurd bê ziman, nasname û statu hatiye hiştin, lê dê ev sedsal bibe sedsala azadiya gelê Kurd. Turk anî ziman ku, gelê Kurd ji bo azadiya xwe bi dest bixin bedelên mezin dane û hêj didin. Turk da zanîn ku gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe lîstikên dewletê yên qirêj tev pûç kirin û wiha got:

"Gelê kurd ji bo azadî, demokrasî û aştiyê her tim li kolanan têkoşiya ye. Divê her kes daxwazên gelê kurd baş zanibe. Gelê kurd aştî û azadiya xwe dixwaze. Bi salane gelê Kurd bê ziman, nasname û ji mafê xwe yê edalet, heq û hiqûqê dûr hate hiştin. Bê nasname hate hiştin. Lê ev dema înkar û îmhayê derbas bû. Ev sedsal dê bibe sedsala azadiya gelê kurd. Ji bo gelê kurd bigêje daxwazên xwe divê Xweseriya Demokratik pêş bikeve û têkeve beriyetê."

'HÊJ ROBOSKÎ RONÎ NEBÛYE'

Turk da zanîn ku, di teqîna Dîlokê de piştî 5 deqîqeyan kurd sûcdar kirin û êrîşên lincê pêk anîn û wiha berdewam kir: Di ser komkujiya Roboskiyê re 6-7 meh derbas bûn, lê hêj berpirsiyar nehatin darizandin. Hêj bûyer nehatiye ronîkirin. Lê bûyera dîlokê 5 deqîqe di ser de derbas nebûn xistin situyê gelê kurd. Bi siyaseta derew û qirêj li ser gelê me lîstikan pêş dixin. Bi her awayî li dijî gelê kur komkujiyê pêk tînin."

Turk destnîşan kir ku, dîndariya AKP'ê ne ji bo gelê kurd e û ji bo gelê Kurd tune bikin û înkar bikin dîndariya derewîn pêş dixin.

Di mihrîcanê de piştî axaftinan fîlmê "Dayê dibê aştî" hate pêşandan.