TUHAD-DER: Tecrîda li ser Ocalan rakin, girtiyên nexweş berdin

TUHAD-DER: Tecrîda li ser Ocalan rakin, girtiyên nexweş berdin

Diyar TUHAD-DER'ê xwest ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîda giran de tê girtin serbest bê berdan û dest ji pêkanînên dijmirovahiyê bê berdan û wiha hate gotin: "Dest ji pêkutiyên dijmirovahiyê berdin. Hûn li ber dîrokê sûcê mirovahiyê tê kirin, hûn dê di wijdanan de bên mehkum kirin."

Endamên Diyar TUHAD-DER'ê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên Diyar TUHAD-DER'ê, Dayîkên Aştiyê, rêveberên ÎHD'ê, Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M. Eşref Muhamedoglu û gelek xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Rêveberê Diyar TUHAD-DER'ê Fahrî Azbay daxuyanî xwend û diyar kir ku, li welat hêj cenaze tên û xwest ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de tecrîd û îzolasyona li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û muzaker destpê bikin û serbest bê berdan.

Azbay da zanîn ku, li girtîgehan pêkanînên dijmirovahî pêk tên û xwest raya giştî bi hestiyar be. Azbay destnîşan kir ku, li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş li ber sînorê mirinê ne û wiha axivî: "Li gel raporên tipa edlî û nexweşxaneyan hene nayên dermankirin û terkî mirinê dikin. Em careke din bang li hikûmeta AKP'ê û Wezareta Dadê dikin. Dest ji van pêkûtiyên dijmirovahî berdin. Hûn li hemberî dîrokê sûcê mirovahiyê dikin. Hûn dê di wijdanan de mehkum bibin."