Tûglûk: Divê ji bo Ocalan tekoşîn xurt bibe

Tûglûk: Divê ji bo Ocalan tekoşîn xurt bibe

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk têkildarî salvegera 9'ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hate derxistin diyar kir ku, 9'ê Cotmehê li dijî azadiya Tirkiye û Rojhilata Navîne. Tûglûk li dijî "Komploya 9'ê Cotmehê" banga azadirina Ocalan û xurtkirina têkoşînê kir.

Hevseroka KCD'ê û Parlementera Serbixwe ya Wanê Aysel Tûglûk derbarê 9'ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hate derxistin daxuyaniyek nvîskî da. Tûglûk diyar kir ku, 9'ê Cotmehê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî azadî û yekîtiya demokratîk ya gelê Kurd, Tirk û Rojhilata navîn pêk hatiye.

Tûglûk destnîşan kir ku, hêzên navneteweyî piştî 9'ê Cotmehê komployê li dijî azadî, yekîtiya demokratîk û mafê gelên Rojhilata navîn ketiye nava hewldanan û êrîşî mafê gelên Rojhilata Navîn kiriye û wiha got:

'HÊZÊN NAVNETEWÎ JI BO ROJHILATA NAVÎN TEŞE BIKIN KOMLOYA 9’Ê COTMEHÊ PÊKANÎN'

"Xwestin bi vê komployê têkoşîna Kurdan bi terbiye bikin û naveroka wê vala bikin. Xwestin siyaseta Rojhilata Navîn ji nû ve ava bikin. Ji bo hêzên navneteweyî Rojhilata Navîn li gorî xwe bi teşe bikin û têxin bin kontrola xwe komploya 9'ê Cotmehê pêk anîn. Ji ber vê yekê komploya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan de pêk hat, li dijî azadî, yekîtî û demokratîkbûna gelê Kurd, Tirk û Rojhilata Navîn pêk hatiye. Xwestin Rojhilata Navîn têxin bin kontrola xwe. Birêz Abdullah Ocalan ji Sûriyê derxistin û teslîmî Tirkiyeyê kirin. Bi vê yekê xwestin şerê Kurd û Tirkan yên 100 salan berdewam bike vekin.”

'HEMÛ KESÊN BI AQIL KOMPLOYÊ DIBÎNIN'

Tûglûk destnîşan kir ku, hemû kesên bi aqil dibînin ku netewperestan bi kampanya dezenformasyonê û lîstikên vala û puç komplo pêk anîne û wiha got: "Derket holê ku faîlê komplo yên sereke CIA û MOSSAD ne. Bi vê yekê de hate dîtin ku, Tirkiye Amerîka û Îsraîl hevbeş li dijî têkoşîna gelê Kurd bûne yek.

'BIRÊZ OCALAN BI HELWESTA XWE KOMPLO PÛÇ KIR'

Tûglûk destnîşan kir ku, Ocalan "komplo" bi helwest û sekna xwe komploya li hemberî xwe û rojhilata navîn vala derxist û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan, bi berxewdana li Îmraliyê bi înat ji bo aştî, demokrasiyê di ber xwe da. Bi helwest û berxwedana xwe lîstika di sedsala 21'an de li hemberî gelê Kurd hate meşandin vala derxist. Bi israra aştiyê li pêşiya şerê di navbera Kurd û Tirk girt. Bi pratîka xwe ya li Îmraliyê pêvajoya komployê vala derxist. Dîsa Birêz Ocalan bi projeya 'Demokratîk modernîte' rê li pêşiya gavên nû û çareseriyên nû vekir.

'DIVÊ JI BO AZADIYA OCALAN TÊKOŞÎN PÊŞ BIKEVE'

Tûglûk da zanin ku, gelê Kurd ji 9'ê Cotmeha 1998'an heta niha di qada siyaset, biryar û têkoşînê de gavên mezin avêtine û xwest li dijî polîtîkayên AKP'ê û polîtîkayên komploya ku berdewam dike ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşina xwe xurt bike û mezin bike. Divê berî her tiştî daxwazên Birêz Abdullah Ocalan yên azadi, ewlehî û tenduristiyê pêk bên û tecrîd bi dawî bibe. "