Hat ragihandin ku Saziya Tiba Edlî ya Tirk gelek organên cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên bi hinceta testa DNA’yê de tên, di morgan de tên ragirtin, difiroşin. Li gorî agahiyên şahidan dane, ev pêkanîn bi piştgiriya belgeyek “veşartî” ya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve tê kirin.
Kesek ku di tiba edlî ya Meletiyê de dixebite û nexwest navê xwe aşkere bike, der barê mijarê de agahî da malpera Lekolin.org û da zanîn ku organên cenazeyên gerîlayan tên derxistin û dibin Nexweşzaneya GATA ya Leşkerî û gelek nexweşxaneyên din ên leşkerî û hin nexweşxaneyên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Tirk ve hatine destnîşankirin.
Peywirdarê Tiba Edlî da zanîn ku ev pêkanîn bi piştgiriya belgeya “veşartî” ya ji Walîtî, fermandarên herêmê, rêveberên tenduristiyê yên bajêr re hatiye şandin, tê kirin. Li gorî vê, di belgeyê de di demek zû de cenazeyên gerîlayên HPG’ê yên ku li herêmên pevçûnê jiyana xwe ji dest dane tên girtin û di nava 24 saetan de beriya xirab bibin tînin bajêr û di cihên sar û bi tenduristî de tên bicihkirin. Saziya Tiba Edlî jî bi belgeyek “veşartî” Wezareta Tenduristiyê agahdar dike.
Li gorî agahiyên peywirdar dane, saziya tiba edlî di vê çarçoveyê de tevdigere û organên cenazeyên gerîlayan derdixin û dişîne nexweşxaneyên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatine diyarkirin. Piştî ku organ tên derxistin, cihê wan bi pembû tên dagirtin û bi vî awayî radestê malbatan dikin.
CENAZE WEKE KADEWRA JÎ TÊN KARANÎN
Peywirdarê Saziya Tiba Edlî da zanîn ku cenazeymên gerîlayan ji bo demek kurt weke kadevrea li fakulteyên Tibê yên li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî tên karanîn. Hate diyarkirin ku organên wan tên derxistin û piraniya van cenazeyan ên gerîlayên ji Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ne. Ev cenazeyên gerîlayan piştî ku weke kadevra tên karanîn û tên parçekirin, li goristanên bêkesan dispêrin axê.
AMADEKARÎ HÎNA DI ASTA OPERASYONÊ DE NE
Ev pêkanîna sosret a dewleta Tirk, hîna jî di asta operasyonê de ne. Çavkaniya ku agahî da Lekolin.org, ragihand ku di Çileya 2012 de li Dêrsimê 8 gerîlayên HPG’ê, di sibata 2012 de 15 gerîlayên li Şirnexê, di Adara 2012 de 15 gerîalyaên YJA –Star jiyana xwe ji dest dan û beriya cenaze bînin, fermandariyan ji Saziya Tiba Edlî re ragihandine ku “gelek terorîstên mirî hene” û xwestiye amadekarî bikin.