Şewitîna daristanên Dêrsimê yên leşker dişewitînin didomin

Şewitîna daristanên Dêrsimê yên leşker dişewitînin didomin

Li navçeyên Xozat û Pulurê yên Dêrsimê ji ber gulebaran qereqolên leşkeran şewat derket.

Li herêma Girê Duman û gundê Çambulak ên navçeya Pulurê di encama gulebarana qereqolan de şewatên daristanan des pê kir. Şewatên duh dest pêkirin ji aliyê rayedaran ve tu mudaxele lênayên kirin. Ligel hewildanên gundiyan yên şewatê vemirinîn şewat her diçe mezin dibe. Heta niha şewat li 3 qadan berdewam dike û her diçe mezin dibe.

Şewata li gundê Gozdekê yê navçeya Xozatê ya rojên borî destpê kir berdewam dike û tu kes mudaxeleyê li vê şewatê jî nake. Qadên daristanan piranî ji ber agir şewitîn. Şewat ji ber gulebarana Qereqola Pakîre ya navçeya Xozatê destpê kiribû.