Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê şewata daristanê ya roja borî ji ber bombebaran leşkeran dest pê kir berdewam dike.
Şewata 2 roj berê li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê di encama bombebaran artêşa Tirk de dest pê kir berdewam dike. Di encama şewatê de baxçe û darên zeytînê yên gundê Derayê hemû şewitîn. Tu kes mudaxeleyê li şewatê nake û welatiyên gund ji ber bêhestiyariyê bertek nîşan dan.