Şemizînan veguherî garnîzonayê!

Şemizînan veguherî garnîzonayê!

Kontrola gerîlayan a ku nêzî 40 rojan e li ser navçeya Şemzinînê berdewam dike. Hema bêje herêm veguherî garnîzonayê. Şaredarê navçeya Şemizînê Sedat Tore da zanîn ku piştî serdegirtina 11’ê Îlona 2011, artêşê dest bi veguhestina leşkerî ya ber bi herêmê ve kiriye û da zanîn ku hejmara leşkeran û ya sivîlan wehkev in.

Şaredarê Şemizînanê Sedat Tore der barê rewşa dawî ya Şemizînanê de agahî da ANF’ê û diyar kir ku rewşa beriya mehek li Şemizînanê dest pê kir, hîna jî berdewam e. Tore got; “Tu guhertinek tune ye. Heta niha jî hin gund vala ne, gundî venegeriyane. Duh jî heta nîvro rêya Rûbarok-Şemizînan hatibû girtin. Destûr nedan ku tu wesayît ji Şemizînanê biçin Rûbarokê. Ketin û derketina ji herêmê hatine girtin.”

Tore destnîşan kir ku yekîneyên taybet ên leşkeran veguhestine navenda navçeyê û ji Tûgaya Bolûyê leşkeran veguhestine nêzî bajaroka Rûbaroka Şemizînanê.

Sedat Tore da zanîn ku piştî serdegirtina 11’ê Îlona 2011, artêşê dest bi veguhestina leşkerî ya ber bi herêmê ve kiriye û got; “Di van demên dawiyê de alaya navçeyê gihişt asta tûgayê”.

Tore destnîşan kir ku şêniya gelê Şemizînanê û leşkeran bûne wekhev û ev agahî da: "Şêniya navçeya Şemizînanê derdora 20 hezar e. Li navçeyê em dikarin bêjin nêzî 20 hezar leşker hene. Pêkhate leşkerî ya li navçeyê hatiye xurtkirin û bi navê qereqolên cendirmeyan hatine binavkirin. Di yekîneyên taybet de yekîneyên piyade hene. Piştî pevçûnên li herêmê, hejmara leşkeran hat zêdekirin. Her tim ji Geverê leşker vediguhêzin Şemizînanê."

ŞEMIZÎNAN XWEDÎ STATUYEK CÛDA YE

Tore bi bîr xist ku ev 40-45 roj in ku pevçûnên li Şemizînanê qet ranewestane û got; “Her şev teknîka asta herî bilind tê karanîn, em bi vê yekê re rû bi rû ne. Ev yek jî nîşan dide ku êdî Şemizînan bûye xwediyê statuyeke cûda. Tu rojek normal derbs anbe.” Tore destnîşa kir ku hemû saziyên gelemperiyê di dorpêçê de ne û got ku saziyên dewletê nikarin alîkariyê bigirin.

Şaredar Sedat Tore, destnîşan kir ku sivîl ji rêbazên dewletê ziyanê dibînin û ev agahî da: "Li navenda navçeya avêtina topban berdewam dike, bi taybet ev yek di zarokan de rê li ber pirsgirêkên cidî vedike. Em dibînin ku gelek zarok dibin klînîkên psîkîyatriyê. Di vê meha dawiyê de, ev hejmar zêde bû. Pirsgirêkên cidî yên zarokên nêzî fermandariya Tûgayê hene. Ji ber rêbazên leşkeran, dîwarên xaniyên wan qelişîne û ziyan dîtine. Di dîwaran de şkestin û qeilişîn hene.”

'GELÊ ŞEMIZÎNAN BI ÇAPEMENIYA TIRK DIKENE'

Sedat Tore nûçeyên çapemeniya Tirk ên der barê Şemizînanê de rexne kir û diyar kir ku gelê Şemizînanê bi nûçeyên “Gelê Şemizînanê li aliyê dewleta xwe ye”, “Eşîretên Şemizînanê xwe amade dikin şerê PKK’ê bikin” dikene. Şaredar Tore ev nûçeyên wiha ne rast in û bal kişand ev nûçe ne ji herêmê tên amadekirin.Tore got; “Nûçeyên çapemeniya Tirk ên der barê Şemizînanê de hemû jî ji navendekê derdikevin. Gava em dixwînin em dibînin naveroka wan yek e, peyv bi peyv yek in. Evane bi temamî ji bo ku raya giştî ji tiştên diqewimin agahdar nebin û desenformasyonê dikin. Bi rastî jî gava gel vana dixwînin pê dikenin. Qaşo eşîret xwe ji şer re amade dikin! Evane kîjan eşîret in, çima navên wan aşkere nakin? Evan e ne rast in. "

'GEL REFA XWE DIYAR KIRIYE'

Tore bal kişand ku refa ku gelê Şemizînanê li cem cihê xwe girtiye pir diyar e û got; “Ma gel heta kengê dê zelal bike li kîjan alî ye? Bi çalakiyên xwe vê yekê tîne ziman, di hilbijartinan de nîşan dide. Daxwazên gel bi rastî jî pir zelal bûne. Dixwazin dewlet êdî dest ji rêbazên ku bi dehan caran diceribîne, berde."