Şaredarê Elkê: Leşker-polîs vekişiyan qereqolan

Şaredarê Elkê: Leşker-polîs vekişiyan qereqolan

Şaredarê BDP’yî yê navçeya Elkê ya Şirnexê Yûsûf Temel diyar kir ku derdora navçeyê di bin kontrola gerîlayan de ye û got; “Em li navenda navçeyê jî dewlet nabînin. Bi taybet saet 10.00 li navçeyê tu leşker û polîs tune ne, hemû vekişîne nava qereqolan.”

LI KÊLEREŞÊ ALA HPG’Ê HAT ÇIKANDIN

Şaredarê Elkê Yûsûf Temel, ji ANF’ê re axivî û ev agahiyên germ da ANF’ê; “Li ser Kêlereşê ya ku kîlometreyek ji navenda navçeya Elkê dûr e, ala HPG’ê hatiye çikandin. Girek li vir heye li ser Elkê serwer e û niha ew jî di bin kontrola gerîlayan de ye. Mirov dikare ala hatiye çikandin bibîne.”

Şaredar Temel, bi bîr xist ku piştî pevçûnên şevê din li navçeyê pêk hatin, û got; “Ew nûqteyên stratejîk jî ketine destê gerîlayan, ji aliyê gel ve hat dîtin ku ev der ketine destê gerîlayan, tê zanîn.”

'ŞEMÎZÎNANEK NÛ'

Şaredar Temel da zanîn ku wana tenê 3 cenazeyên gerîlayan dîtine û ev agahî da; “Ji sibê ve em tu leşker li vê derê nabînin. Pira 10 kîlomtere dûr a ku li ketina navçeyê, hema bêje nîva wê hilweşiyaye... Ev niha nîşaneyek e; Em ê di rojên pêş de bi Şemzînaneyek nû re rû bi rû bimînin. Pêşbîniya me wiha ye.”

‘EM DIKARIN KONTROLA GERÎLAYAN BIBÎNIN'

Şaredarê BDP’ê Yûsûf Temel, ragihand ku ji saet 10.00 ve li navçeyê bêdengî serdest eû got; “Piştî hewldana cenazeyan û meşa hate kirin, leşker bi temamî ji kolanan vekişiyane. Bi xwe vekişiyan hundirê qerqolê. Li navenda navçeyê em tu polîs û leşker nabînin.”

Temel destnîşan kir ku navenda navçeyê “bê polîs û bê leşker” e û diyar kir ku mirov herêmên di bin kontrola gerîlayan de dimîne. Temel got; “Mirov li vir dibîne ku li derdorê serwerî di destê gerîlayan de ye. Ji ber ger em biçin aliyê pirê em dibînin ku herêm di bin kontrola gerîlayan de ye."