Operasyona Şoreşgerî ya ku gerîlayên HPG’ê li navenda navçeya Elkê ya Şirnexê dane destpêkirin, berdewam dike û di encama çalakiyên gerîlayan de 6 leşker hatin kuştin. Ev tevgera ku gerîlayan li Elkê dan destpêkirin, belavî navçeyên din ên Şirnexê Cizîr û Silopiyê dibin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê der barê “Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda” ya ku di 2’yê Îlonê de li Elkê hatibû destpêkirin de daxuyaniyek agahiyên berfireh da.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê der barê rewşa dawî ya navçeyea Elkê ya Şirnexê de ev agahî da; “Di 2'yê Îlonê de tevgera şoreşgerî ya Şehîd Adil û Şehîd Nûda ya li navçeya Elkê ya Şirnexê hatiye destpêkirin berdewam dike.
Gerîlayên me yê serweriya herêmê di destê xwe digirin, di 4'ê Îlonê de di saet 16.00'an de li dijî Girê Çeper ê bi ser Elkê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin. Gerîlayên me herweha di heman rojê li nêzî Girê Gûnî yê bi ser Elkê ve li dijî yekîneyeke dijmin ê xwestiye dest bi opersayonê bikin çalakiyek li dar xistine. Di encama vê çalakiyê de jî 2 leşkerên dijminm hatine kuştin leşkerek jî birîndar bûye.
RÊYA ŞIRNEX-ELKÊ HAT KONTROLKIRIN
Di 4'ê Îlonê de di navbera saet 16.00-18.00'an de li ser riya Elkê-Şirnexê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û ji gel ê kombûyî re di derbarê tevgera şoreşgerî ya hatiye lidarxistin û pêşketinên pêvajoyê agahî hatiye dayîn.
LI DIJÎ TÛGAYA ÇELÊ ÇALAKÎ
Di 3'yê Îlonê de di encama çalakiya gerîlayên me li dijî Fermandariya Tugaya li Elkê li dar xistiye de teqînek dijwar qewimiye û şewat dest pê kiriye. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
Di 5'ê Îlonê de (îroj) di saet 06.00'an de ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmên Kerko, Beybûn, Meydan Zengilê û Kêjalê yên bi ser Elkê hewldane operasyonê lidarbixînin. Gerîlayên me yê bersiv dane vê hewldanê cîh cîh di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûn diqewimin. Berfirehiyên van pevçûnan her ku zelal bibe wê were parvekirin.
LI CIZÎR Û SILOPIYÊ ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya tevgera şoreşgerî de li Cizîr û Silopiyê jî çalakî hatine lidarxistin û got:
“Di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya li Elkê de herweha li navçeyên Silopî û Cizirê yên bi ser Şirnexê jî ji aliyê gerîlayên me ve 2 çalakiyên cuda hatiye lidarxistin. Di 3'ê Îlonê de di saet 23.15'an de li ser xeta sînor a navçeya Cizirê li dijî qereqolekê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin, di encama vê çalakiyê de 2 leşker hate kuştin, 4 leşker jî birîndar bûye.
Di 2'ê Îlonê de di saet 22.00'an de li navenda Silopiyê li dijî polîsên tevgera taybet ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxisitin , di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
KONTROLA LI ŞEMIZÎNANÊ DIDOME
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê diyar kir ku serweriya gerîlayan a li ser Şemînanê jî berdewam dike û got; “Di 4'ê Îlonê de di navbera saet 10.30-18.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê û di navbera herêma Gerdiyayê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin, ji gel re jî di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.”
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ; “Artêşa dagirker a tirk ên êrîşên xwe yê hewayî berdewam dike, di 5'ê Îlonê de di navbera saet 02.00-03.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Çiyayê Gomanê û derdora bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.”
LI GEVERÊ HELÎKOPTER HAT XISTIN
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê hat gotin; “Di daxuyaniya me ya di 4'ê Îlonê de me li di derbarê helîkoptera skorskya ji navçeya Gevera Colemergê ber bi çiyayê Gomana Şemzînanê ve difiriya lêdana gerîlayên me ya li nêzî gundê Şapatayê û derbe xwarina wê û dîsa neçarmayina wê û li Girê Radiolinkê daketina wê hatibû ragihandin. Li gor agahiyên nû yên gihîştin ber destê me helîkopera skorskya xwestiye li girê Radiolînkê bi lezgîn dakeve, li vî girê ketiye xwarê.”