Ji Serokê AKP’a Bajarê Colemêrgê Parêzer Abdulmecît Tarhan 12 demjimêre agahî nayê girtin. Wesayît û telefona dest ya vekirî ya Tarhan nêzî gundekî hate dîtin.
Li gorî agahiyan, ji duh şev ve ji Serokê AKP’a Colemêrgê Parêzer Abdulmecît Tarhan agahî nayê girtin. Di derbarê bûyerê de Sekreterê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Seîd Çaglayan daxuyanî da û got, di derbarê bûyerê de li ser îdîayan bi xizmên Tarhan re hevdîtin pêkanîne û gotin ji duh şev heya niha ji Tarhan agahî negirtine.
Çaglayan bilêv kir ku, wesayîta Tarhan li nêzî gundê Ogul terk kirî hatiye dîtin û telefona dest ya Tarhan jî di wesayîtê de vekirî bû.
Tê texmîn kirin ku, Serokê Bajar Tarhan ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatiye deste serkirin, lê di derbarê bûyerê de heya niha ti daxuyanî nehatine dayîn.
Li aliyê din jî çav lê ye Walîtiya Colemêrgê jî di derbarê Tarhan de daxuyaniyekê bide.