Li Amedê beriya 20 salan piştî ku Otela Narîn şewitandin û xwediyê otelê Abdulvahît Narîn jî kuştin, bi hinceta ku tevlî bûyerê bûne derbarê 2 Çawişên Pispor de biryara girtinê hate dayîn.
Li gorî agahiyên hatine girtin, di roja 3’ê Cotmeha 1992’an de li navçeya Pasûra Amedê dema bûyeran rû da leşkeran Otela Narîn reşandin û agir vê xistin. Piştî ku xwediyê Otelê Abdulvahît Narîn di otelê de kuştin, li gel otelê agir pêxistin.
20 sale têkildarî cînayetê lêpirsîna dozgeriyê didome, di encama hewildanên Baroya Amedê, Komeleya Parêzvanên Hemdem, Komeleya Mafê Mirovan û Weqfa Mafê Mirovan ya Tirkiyeyê, roja ku dê doz ji ber demboriyê bikeve dozgeriyê dosya ku şahidên bûyerê navê 2 Çawişên Pispor dayî biryara girtinê derxist. Ji bo çawişên pispor yên binavê N.T û L. B yên derbarê wan de biryara girtinê derket, ji dozgeriya Komarê ya Stenbol û Xerpêtê re nivîs şandin.
Dozgeriya Komarê ya Pasûrê 20 salan nekarî vê lêpirsînê bi encamp bike, Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê beriya 2 salan biryar dabû û Tirkiye mehkûmî 10 hezar Euro pere kiribû.