Serokê Rêxistina AKP'ê ya Navçeya Payizavayê Hayrûllah Taniş yê ji hêla gêrîlayên HPG’ê ve hate binçavkirin û duh serbest hate berdan diyar kir ku, HPG'ê baş li wî xwedî derketine û ew parastine. Taniş xwest ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkê her kes peywira dikeve ser milê wan bi cih bîne.
Serokê Rêxistina AKP'ê ya Navçeya Payizavayê Hayrûllah Taniş yê di 2'ê Tirmehê de ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hate binçavkirin, duh bi îmzekirina protokelê re radestî heyetê hate kirin. Taniş û heyeta pê re ku duh bi şev ji Deriyê Sînor y Xabûrê derbaz bûn di ketina Wanê de ji hêla endamên malbatê ve hatin pêşwazî kirin.
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Omer Işik, Endamê Lîjneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Alî Gezer, Serokê Şaxa MAZLUMDER ê Wanê Fuat Deger, Cigirê Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê Recep Karagoz, Endamên Lîjneya Rêveberiya MAZLUMDER'ê Parêzer Selahattîn Çoban, Abdurahîm Semavî, birayê Hayrûllah Taniş Bekîr Taniş û kurmamê wî Husnu Taniş bi heyetê re çûne gund. Li bendê ye ku Taniş îro biçe Wanê îfade bide dozgeriyê. Taniş li malê malbata xwe dît, pişt re pirsên rojnamevanan bersivand. Taniş diyar kir ku di pêvajoya dema hatibû binçavkirin de gêrîlayênHPG'ê pir baş berê xwe danê. Taniş da zanîn ku, heta demjimêra hate berdan jî ew rastî muameleyeke nebaş nehatiye.
'MIN MUAMELEYEKE NEBAŞ NEDÎT'
Taniş destnîşan kir ku, bûyerên li heremê diqewimin ne bûyerên hêsanin. Taniş anî ziman ku, tiştê dikeve ser milê kî/ê divê peywira xwe baş bi cih bîne. Taniş li ser pirsa rojnamevanan ya "Hûnê peywira xwe dom bikin" jî derbirî ku niha li ser peywira xwe ye lê biryara dawî piştî bi malbata xwe re bişêwire bide. Taniş di binçavkirinê de tu tengezariyek ne jiyaye. Taniş wiha got: "Li min baş miqatebûn. Tu muameleyeke nebaş li min nekirin. Ez weke siyasetmedarekî hatim pêşwazî kirin. Ez bawerim ji ber ez AKP'yî bûm ji bo revandina min têr dikir. Lê niha ez li cem malbat û heskiriyên xwe me."
'FIKARÊN ME KÊM BIBÛN'
Kurmamê Hayrûllah Taniş Yuksel Taniş jî bibîrxist ku, Taniş ji roja 2'ê tîrmehê ve hatibû binçavkirin. Taniş wiha got: "Pêşî dema hate binçavkirin, ji ber ku me nizanibû ji hêla kî ve hatine revandin em pir bi fikar bûn. Lê piştî em hînbûn ji hêla gêrîlayên HPG'ê ve hatiye desteserkirin hindik be jî fikarên me kêm bûn. Pişt re em bi ferdên malbatê re li hev civiyan û me serî li Şaxa ÎHD'ê, MAZLUMDER û Baroya Wanê da. Saziyên ku me serî li wan da pir bi baldarî pêvajoyê şopandin. Bênavber daxuyaniyên çapemeniyê hate dan. Em ji wan re spas dikin. Weke malbata wî hin kes ketin asta travmayê jî. Lê piştî me hin agahiyên erênî bihîst, malbatê fikaran li paş hişt. Di van karan de yekane mîmarê vê merciyî saziyên sivîl bûn."
'ME JI BO YÊN DIN JÎ SINYALÊN ERÊNÎ GIRT'
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Omer Işik jî diyar kir ku, ji roja malbatê serî li wan da heta dawî tiştê ji destê wan hat wan kir. Işik da zanîn ku, vê yekê ji wan bi Şaxa MAZLUMDER û Baroya Wanê bi hev re kirin. Işik wiha got: "Me ya Taniş bi awayek tendurist radestî malbata wî kir. Ji bo me mafê jiyanê pîroze. Me ji bo serbestberdana kesên hatibûn binçavkirin jî daxwaz kir. Em dikarin bibêjin ji bo wan jî sinyalên erênî girt."
Li bendê ye ku Taniş di nava rojê de biçe Adliyeya Wanê û derbarê mijarê de îfade bide dozgeriyê.