Di navbera navçeya Licê ya Amedê û Çewlîkê de li nêzî Qereqolan Cendermeyan a Abali, Helîkoptera Skorsky ya ku tîmên tevgera taybet a cendermeyan hildigirt, ketibû û der barê ketina wê de Fermandariya Giştî ya artêşa Tirk, Waltiya Amedê û Wezareta Xurek, Çandinî û Sewalkariyê daxuyaniyên ku hev û din derewkar derxistin dan. Wezareta Xurek, Çandinî û Sewalkariyê got ku helîkopter bi teleferîka ku xurek dibir re li hev qelibîye, walitiyê û fermandariyê jî gotin helîkopter li telên elektîrîkê qelibîne û ketiye. Walitiyê û Fermandariya Giştî di mijara leşkerên birîndar de jî hev û din derewkar derxistin û çavkaniyên herêmî diyar kir ku 3 leşker mirine.
Îro helîkopterek Skorsky ku tîmên tevgera taybet a cendereman ji Fermandariya 7’emîn Kolorduya Amedê dibir di navbera Licê û Çewlîkê de li nêzî Qereqola Cendirmeya a Abali ji ber sedemeke nayê zanîn ket.
Hate zanîn ku di encam ketinê de li gorî daneyên pêşî, endamek ê tevgera taybet miriye û 7 jî birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên herêmî jî 3 leşker mirine.
Wezîrê Çandinî, Xurek û Sewalkariyê Mehdî Eker ku li Farqînê lêkolîn dikir, diyar ku helîkopterê bi teleferîkek ku xwarin dibir ji Qereqolê re, li hev qelibiye û qeza wisa pêk hatiye. Waliyê Amedê Mustafa toprak jî got ku di encam ketina helîkopterê de leşkerekî tevgera taybet miriye û 8 kes jî birîndar bûye.
Piştî ketina helîkopterê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk jî di malpera xwe de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha got: “ Helîkoptereke me ya tîpa Skorsyk ya S-70’ê ku ya Fermandariya Giştî ya Cendermeyan ku personelên herêma baragehê diguhert, dema ji personelên herêma baragehê girt û rabû li têlên elektîrîkê qelibî û ketiye. Personelekî me şehîd ketiye û 7 jî birîndar bûne.”
Cihê ku helîkopter lê ketiye herêma ku herî zêde û bê navber Gerîlayên HPG’ê rê kontrol dike ye. Li heman herêmê brê ji aliyê gerîlayên me ve hatibû kontrolkirin û leşker û rayedarên AKP’ê hatibûn binçavkirin. HPG’ê hêj der barê ketina helîkopterê de daxuyaniyek nedaye.