Serweriya dîrokî ya gerîlyan a li Şemizînanê

Serweriya dîrokî ya gerîlyan a li Şemizînanê

Tevgera Şoreşgerî ya ku gerîlayên HPG’ê ji 23’yê Tîrmehê ve dane destpêkirin, mehek li pişt xwe hişt. Di dîroka PKK’ê de ev yekem car e ku li herêmeke wiha serweriya gerîlayan a li ser herêmê ewqas berdewam dike. Li gorî şîroveyan, tevgera Kurdan ji her demê zêdetir xurt û bi hêz e.

Her çendî rejîma AKP’ê di mehên zivistanê de li hemberî gerîlayan çend operasyon li dar xist û piştre “serkeftina xwe ya zû” ragihand, lê di mehên bihar û havînê de gerîlayên Kurd li Bakûrê Kurdistanê bû serwer û hakimiyeta xwe ya li ser herêmê berfireh kirin. Ev yek di têkoşîna 30 salan de yekem car e.

Di pêvajoya ku weke “Çaremîn Pêvajoya Stratejîk” de gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de operasyonên berfireh li dar dixin û dewleta Tirk ji ber van operasyonan rojên pir zor dijî. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan vê rewşê wiha şîrove dike; “Hêza gerîlayan heye ku artêş û dewleta Tirk bîne rewşek wisa ku êdî nexebite. Hukûmeta AKP’ê û dewleta Tirk bê çare ne.”

HERÊMEK BI DEHAN KÎLOMETRE BERFIREH DI DESTÊ GERÎLAYAN DE YE

Her çendî artêşa Tirk hewl dide rêjeya dijwariya şer û wendahiyên xwe veşêre, lê ji 23’yê Tîrmehê ve li Şemizînan, ji 4’ê Tebaxê ve li Çelê gelek herêm di destê gerîlayan de ne. Kontrola gerîlayan a li Şemizînanê mehek li pey xwe hişt. Ev yek jî di dîroka PKK’ê de yekem car e.

SÎNOR BÊ WATE MANE

Ji fermandarên HPG’ê Dr. Bahoz Erdal dibêje; “Di rastiyê de ev 28 sal in gerîlayên Kurdistanê li her çar parçeyan digerin, her roj li her derê bê pasaport û bê vîze derbas dibin. Ji bo gerîlayan jixwe ji mêj ve van sînoran wate û rewatiyax we wenda kirine. Tevgera şoreşgerî ya ku hêzên me li Şemizînanê pêş xist jî, wisa kir ku ev yek zêdetir bixuyê û were dîtin. Dîsa tevgera şoreşgerî nîşan da ku ka ev sînor çiqas sunî ne, xwe nagirin û ne derbasdar in. Hukûmeta AKP’ê ewqas hêza leşkerî, çekên giran û teknîkê li herêmên sînor bi cih kir, ev yek jî nîşan dide ku ev sînor çiqas nerewa û bêwate mane.”

Artêşa Tirk nikare bikeve herêmên li Colemêrgê yên di bin kontrola gerîlayan de. Ji operasyonên hewayî yên ku heta niha li dar xist jî tu encamek bi dest nexistiye. Gerîla bênavber li Colemêrg û herêmên din ên Kurdistanê rê dibire û nasnameyan kontrol dike. Gelek kes binçav dike û digire. Ev yek jî rêbaz û taktîkên nû yên gerîlayan nîşan dide û her wiha nîşan dide ku artêşa Tirk nikare ji qişleyên xwe derbikeve.

ARTÊŞ MEHKÛMÊ QIŞLEYA BÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan jî got;"Bila kesek li bendê de nebe ku gel û gerîla li hemberî faşîzma AKP’ê û dewletê bê deng bimîne" û wiha domand; “Ger bi siyasetê nabe, wê demê êdî aşkere bûye ku gelê Kurd û gerîla xwedî wê hêzê ye ku bi berxwedanê çareseriya pirsgirêka Kurd pêş bixe. Tiştên li Şemzînanê diqewimin, parçeyek ji vê rastiyê ye. Ev hê destpêkek e û hişyarî ye” û banga xurtkirina berxwedanê li gelê Kurd û hêzên demokratîk kir.

Kalkan wiha pêde çû; “Li herêmên bejahî artêş hatiye bisînorkirin, nema êdî dikarin ji qereqolan derbiekvin. Ne tenê li Şemizînanê, li Geliyê Zapê, li Zagros, Cîlo û Çareçela, gelek cihên din, ji Gostê heta Govendê di bin kontrola gerîlayan de ne. Artêşa Tirk nikare bikeve wan deran. Gerîlayan gelek qereqolan dorpêç kirine. An dê vebikişin, an jî dê teslîm bibin. Hin qereqol niha di vê rewşê de ne.”

Ji fermandarên HPG’ê Kemal Garzan ragihand ku navçeya Şemizînan di kontrola gerîlayên HPG’ê de y e û diyar kir ku herêm ji aliyê hêzên gerîlayan ve hatiye dorpêçkirin. Fermandarê gerîlayan got; “Artêşa Tirk di qerqolê de hatiye hepskirin”.

DIVÊ RÊVEBERÎ BÊ AVAKIRIN

Gelo ev rewşa li Şemizînanê tê çi wateyê? Kalkan bersiv da vê pirsê û destnîşan kir ku di sêyemîn pêvajoya stratejîk de hin caran ji bo pêşketina çareseriyê gerîlayan bi armanca hişyariyê derbe li aliyê hember dida û ev hişyarî da; “Ger çareseriya siyasî pêk neyê, pêşketinên xeter dê biqewimin. Niha hedefên gerîlayan guherî, êdî tenê li hedefekê naxin. Armanc êdî ne tenê derbe li aliyê dijber bixe ye, armanc pêkanîna xweseriya demokratîk e.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan jî dibêje: “Karayilan got; “Ligel taktîka gerîlayan a lêxe-bireve, niha di rojevê de taktîkek nû ya bi awayê li gelek cihan lêbixe, li wir çeperên xwe deyne û serweriya xwe ya li ser herêmê pêş bixe, di rojevê de ye. Di vê çarçoveyê de niha li Kurdistanê rewşa şerek dijwar heye(...) Li wir gerîlayên me li hemberî tûgaya ku her roj topan diavêje gundan û zilmê li gelê me yê li wê herêmê dike, dixwaze çepergirtina xwe ya li herêmê berfireh bike. Yanî tu dê werî li ser sînor gelê me yê li her du aliyên sînor bidî ber topan, wê demê jî gerîla dê were kêleka te. Niha li di nava 35 km ên hundirê sînor de gerîla hene. Bi vî awayî êdî derveyê sînor û hundirê sînor bûye çîrok. Gerîlayan jixwe li deverên nêzî Şemizînanê çeperên xwe danîne. Hemû hewldanên dewleta Tirk ên ji bo gerîlayan ji vir derbixin, hatine pûçkirin. Rewş ev e.”

Ji fermandarên HPG’ê Kemal Garzan jî dibêje; “Ev hemleyek şoreşgerî ye. Ev tevger ne tenê ji bo Şemizînan tenê ye, herêmên derdorê jî di nav de ne. Her wiha ev yek ne tenê çalakiyek e. Gerîlayên me bi hostatiya di encama ezmûnên çil salan de derketine van çalakiyên bi bandor pêk bînin. Tişta girîng a vê tevgerê ev e; Ev textîkek nû ye. Gerîlayan beriya niha jî çalakiyên bi bandor û berfireh pêk anîn, lê di nava sê du-sê rojan de vedigeriyan baregehên xwe. Lê tiştên ku îro li Şemizînanê diqewimin cûda ne. Gerîlayên me pozîsyonên ku girtine, diparêzin. Niha li herêmê kontrolek bênavber a gerîlayan heye. Bi dehan car daketin ser rêyan. Her tim gule bi ser qereqolên li derdorê de direşînin. Kobra û Skorsky nikarin bikevin herêmê. Jixwe ji bejahî ve kontrol bi temamî di destê me de ye.”

GIRÊ KONSERVE..

Di nava herêmên di bin kontrola gerîlayan de hin herêmên sembolîk jî hene. Girê Konserve yê ku dikeve rojhilatê herêma Gostê û girên parastina tabûra Garê, çiyayê Goman ê yê li navsera Şemizînanê di bin kontrola gerîlayan de ne. Hêjayê gotinê ye ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serfermandarê Artêşa Tirk ê girtî Îlker Başbûg li ser girê Konserve xwe tewandibûn û wêneyek “navdar” kişandibûn.

DEWLET DI KIRYARÊ DE QEBÛL DIKE, LÊ BI FERMÎ BÊ DENG E

Heta niha rayedarên dewleta Tirk der barê kontrola gerîlayan a li ser herêmê de tu daxuyaniyekê nedane. Di 9’ê Tebaxê de artêşa Tirk kontrolên rê yên li pêşiya qerqola Harunan a li ser rêya Şemizînan-Geverê hemû rakir. Hêjayê gotinê ye ku bi salan e ev nûqteyên kontrolê li vir hebûn. Di 11’ê Tebaxê de jî nûqteyên kontrolê yên li ser rêya Colemêrg-Çelê jî hatin rakirin. Di 17’yê Tebaxê de heyeta ji rayedarên KCD, BDP û HDK’ê pêk dihat, dema xwest li herêmê lêkolîn bike, li rastî kontrola gerîlayan hatin. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak got; “Em li tu deverê li rastî hêzên leşker û dewletê nehatin.”

QEREQOLÊN MANE JÎ DI BIN ÇAVDÊRIYA GERÎLAYAN DE NE

Artêşa Tirk nikare ji erdê ve bikeve herêmê, hema bêje di 24 saetan de gerîla qereqolên herêmê xistine bin çavdêriyê. Gerîla hemû liv û tevgerên qereqolên artêşa Tirk dişopînin û ne alîkariya locîstîk ne jî ya cebilxaneyê ji wan re nayê. Di dîmenên gihiştin ber destê ANF’ê de ev yek aşkere bibû. Artêşa Tirk a ku di çalakiyên gerîlayan de gelek wendahî dide, vê carê jî li nîzamiye û cihên nobetê li şûna leşkeran mankenên bê can hatine bicihkirin. Bi vî awayî artêşa Tirk qereqolên xwe ji mankenên bê can re hiştin.

Endamê Kosneya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan got ku windahiyên artêşa Tirk pir zêde ne û destnîşan kir ku AKP’ê û endamên artêşa taybet ji bo veşartina wendahiyan lihevkirinek îzme kirine. Kalkan ev agahî dan; “Ger em bala xwe bidinê, ne weke kuştî, lê weke birîndaran dan. Dixwazin van wendahiyên xwe veşêrin. Dibêjin ‘ger em bêjin birîndar, kesek dengê xwe nake û em ê kuştiyan veşêrin’. Ji destpêka havînê, ji çalakiya Şitazin-Oremarê ve artêşa Tirk wendahiyên xwe vedişêre. Ger 15 kes hatibin kuştin, dibêje 2 kes. Yên din tune dihesibîne, an jî dibêje birîndar in. Dixwazin wisa nîşan bidin ku li Kurdistanê tu şerek tune ye. Civaka Tirkiyeyê tê xapandin. Hewl didin ku wer nîşan bidin ku gerîla bin ketine, nikarin çalakiyan li dar bixin. Ji ber wê jî artêşa leşkerên bi pere pêş xistin. Lê bi rastî ne ku ji bo baştir bikarin şer bikin. Merasimên cenazeyan nedihatin kirin. Gava Serfermandarê artêşê û rayedarên hukûmetê diçûn merasimên cenazeyan gel wana diqewirand. Ji bo kêmkirina nerazîbûnên gel ev sîstema leşkerên bi pere pêş xistine. Lê li Şemizînanê artêşa bi pere ya AKP’ê bin ket. Ev artêş êdî têk çûye, dê sibê bibin çete. Çawa ku di salên 1994-95 de artêşa taybet a Çîller-Gureş-Agar bin ket û piştre bûn çete û bûn belaya serê civakê, niha jî artêşa Tayyîp Erdogan jî li Şemizînanê li hemberî gerîyan bin ketiye.”

REJÎMA QIRKIRINÊ LI BER HILWEŞÎNÊ YE

Kalkan bang li gelê Kurd kir ku li hemberî hemû cure zilmê li ber xwe bidin û rabin ser piyan û got; “Divê stûyê xwe li ber zilm û faşîzma AKP’ê xwar nekin. Ji bo bidestxistina jiyaneke azad, dive her kes li ber xwe bide. Bila zêdetir piştgirî bidin hev. Bila xwe zêdetir bi rêxistin bikin. Dikarin ji bo berxwendan û xweparastinê rê û rêbazan bibînin. Dikarin gel kom bikin, protestoyan li dar bixin. Dikarin ji gerîlayan alîkarî bixwazin. Ger pêwîst be dikarin bên herêmên di bin kontrola gerîlayan de. Gerîla dikare wan biparêze. Ciwan dikarin zêdetir li ber xwe bidin, beşdarî serhildan û gerîlayan bibin û parastinê pêş bixin. Rejîma qirkirin û faşîzmê li ber hilweşînê ye. Êdî dê vê em vê belayê ji xwe ve bikin.

SERDEGIRTINÊN QEREQOLAN ÊN HERÎ MEZIN LI COLEMÊRG-ŞIRNEXÊ PÊK HATIN

Mirov nikare taktîke weke ya Şemizînanê di dîroka 30 salan a PKK’ê de bibîne. Artêşa Tirk ku duwemîn artêşa NATO’yê ye û hemû piştgiriyên teknîkî û cebilxane ji welatên Rojava digire, di bin dorpêça gerîlayan de ye. Bi taybet di salên 1991-1992 de gerîlayan li Şirnex-Colemêrgê çalakiyên berfireh li dar xistin. Gerîlayan di sala 1991 li Maon, di 1992 de li Bezêle, di tebaxa 1992 de li Helena, û di heman salê de li Rûbarokê operasyon li dar xistin. Li gorî çavkaniyên gerîlayan li Maonê 7 leşker dîl hatin girtin û qerqol bi temamî ji holê hate rakirin. Gerîlayan li Bêzelê 19 wendahî da, lê qereqol bi temamî ket destê gerîlayan. Çalakiay Helenayê jî 200 gerîla tevil bûn, armanc tohildana komkujiya Şirnexê bû.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HERÊMÊN GERÎLAYAN

Her çendî kontrola li ser Şemizînanê ev yekem car be ewqas berfireh dibe jî, li Başûrê Kurdistanê herêmeke berfireh di bin kontrola gerîlayan de ye. Ev herêmên gerîlayan ên weke Herêmên Parastinê yên Medyayê tên nasîn, demek dirêj e di bin kontrola gerîlayan de ne û heta niha hêzên biyanî nikarîne li wir bimînin. Artêşa tirk gelek caran li hemberî van herêman operasyon li dar xist, lê dîsa jî nekarî berxwedana gerîlayan bişkîne.

Herêmên Parastinê yên Medyayê ku bi sedan kîlomtre berfireh e ji van herêman pêk tê: Qendîl, Xakurkê, Xinêre, Metîna, Zap, Heftenîn, Garê û Zagros.