Serokê navçeya Payîzava ya Wanê Hayrullah Taniş yê ku di 2’ê Tîrmehê de ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatibû binçavkirin, serbest hat berdan. Taniş, di encama protokola di navbera HPG’ê û heyeta ÎHD û Mazlûm-Derê ya ji bo Taniş hatin de serbest hat berdan.
Serokê AKP’ya navçeya Payîzava ya Wanê yê ku zêdetirê 2 meh bûn di destê gerîlayan de bû serbest hat berdan. Ji bo wergirtina Taniş, heyetek ji Serokê ÎHD’ya Wanê Omer Işik, Endamê Rêveberiya ÎHD’ya Wanê Alî Gezer, Serokê Şaxa Mazlûm-Dera Wanê Fûat Deger, Alîkarê Serokê Giştî yê Mazlum-Derê Recep Karagoz, Endamên Rêveberiya Mazlum-Derê Prz. Selahattin Çoban, Abdurrahim Semavi, birayê Taniş Bekir Tanış û pismamê wî Husnu Taniş pêk dihat, hat Herêmên Parastinê yên Medyayê.
PROTOKOK HAT ÎMZEKIRIN
Di merasima ji bo serbestberdana de di navbera rayedarên HPG’ê, û ÎHD û Mazlûm Derê de peymanek hat morkirin. Protokol ji aliyê nunerê HPG’ê Şahan Andok, Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD Omer Işik, bi navê Mazlum-Derê Fûat Deger û birayê Taniş, Bekir Taniş ve hat îmzekirin.
Di protokolê de wiha hat gotin:
“Di 2’yê Tîrmeha 2012 de, li navenda bajarê Wanê, Serokê navçeya Payîzava ya Wanê Hayrulllah Taniş ji aliyê gerîlayan ve hatiye binçavkirin û di bin çavdêriya ÎHD, Mazlum-Der û malbata Taniş de serbest hatiye berdan.
Dema di bin çavdêriya gerîlayên HPG’ê de di çarçoveya sîstema edaletê ya KCK’ê de karûbarên îdarî û huqûqî hatine pêkanîn û serbest hatiye berdan.
Di vê demê de li rastî tu mûameleyên xirab nehatiye û li rastî nêzîkatiyên rûmetşkên nehatiye.”
'DI ÇARÇOVEYA PEYAMA HUQÛQÊ DE KARÛBARÊN ÎDAR Û HUQÛQÎ BI ENCAM BÛNE',
Li ser navê HPG’ê di merasima serbestberdana Taniş de Şahan Andok axaftinek kir û bi silavkirina endamên çapemeniyê û nunerên ÎHD û Mazlum-Derê dest bi axaftina xwe kir. Andok bal kişand ku ev du meh in Serokê AKP’ya navçeya Payîzava ya Wanê ji aliyê gerîlayan ve hatiye binçavkirin û got; “Dema di bin çavdêriya gerîlayên HPG’ê de di çarçoveya sîstema edaletê ya KCK’ê de karûbarên îdarî û huqûqî hatine pêkanîn û em di bin çavdêriya nunerên ÎHD û Mazlum-Derê de serbest berdidin.”
'EM VÊ YEKÊ WEKE NIYETEKE BAŞ DINIRXÎNIN'
Piştî nunerê HPG’ê Alîkarê Serokê Giştî yê Mazlum-Derê Prz. Selahattîn Çoban axaftinek kir ku û diyar kir ku ew vê yekê weke “niyeteke baş dinirxînin” û got ku ew ji bo peywira xwe ya mirovahiyê pêk bînin hatine vir.
'LI GORÎ NORMÊN MAFÊ MIROVAN HAT PIŞTRASTKIRIN KU TU TENGASIYEK TUNE YE "
Serokê Şaxê ÎHD’ê ya Wanê Omer Işik di axaftina kir deji ber serbestberdana Taniş malavahiya AKP’ê kir û ji bo serbestberdana kesên din ên ji aliyê HPG’ê ve hatine binçavkirin banga bihîstiyariyê kir. Işik got; “Li gorî normên mafê mirovan a navneteweyî hatiye piştrastkirin ku tu tengasiyek tune ye.”
TANIŞ: LI RASTÎ TU MÛAMELEYÊN XIRAB NEHATIM
Piştî Işik Hayrullah Taniş ê ku zêdetirê 2 mehan e ji aliyê gerîlayan ve hatiye binçavkirin, da diyarkirin ku dema di binçavan de li rastî tu mûameleyên xirab nehatine.
Piştî Taniş, Nunerê HPG’ê Şahan Andok axivî û bal kişand ser hewldanên girîng ên komeleyên mafê mirovan û ew pîroz kirin. Andok ragihand ku ew ê daxwazên komeleyan ji rêveberiya xwe re rabigihînin.
Piştî ku HPG’ê Taniş radestê heyetê kir, heyet beri Wanê ve bi rê ket.