Serdozgeriya Meletiyê derbarê 5 BDP’iyan de fezleke amade kir

Serdozgeriya Meletiyê derbarê 5 BDP’iyan de fezleke amade kir

Fezlekeyên derbarê 5 parlementerên BDP’ê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê ve hatine amadekirin ji Serokatiya TBMM’ê re şandin.

Wekîletaya Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê ku bi 10’min madeya Qanûna Tekoşîna li Dijî Terorê (TMK) erkdare, di derbarê Parlementerên BDP’ê Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Ozdal Uçer, Emîne Ayna û Nûrsel Aydogan de ji ber axaftinên di faliyetên di bin berpirsyartiya wan de kirine hûrkolîn hate destpê kirin.

Wekîltiya Serdozgeriyê ku îdîa dike, her programa ku parlementer tevlîbûne “sûc kirine”, ji bo destlênedana 5 Parlementeran rakin, fezlekeya ku amade kirine ji Serokatiya TBMM’ê re şandin.

Beriya vê jî Wekîltiya Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê, di derbarê 5 BDP’iyan de ji bo destlêdana wan li ser rabe fezleke amadekiribû û ji Serokatiya TBMM’ê re şandibû.