Sedhezar kesan cangoriyên komkujiyê defin kirin

Sedhezar kesan cangoriyên komkujiyê defin kirin

Cenazeyên 20 kesên li Taxa Şêx Meqsud a bajarê Helebê di encama bombebarana balefirên şer ên rejîma Suriyeyê de hatine qetilkirin, li bajarê Efrînê bi beşdariya zêdetirî se hezar kesan hatin definkirin.

Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku piranî kurd lê dijîn, duh ji aliyê balefirên şer ve hatibû bombebarankirin û di encamê de 8 jê zarok 21 kes hatibûn qetilkirin, 54 kes jî birîndar bibûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane kesek ereb e, 20 kes jî kurdên ji bajarê Efrînê ne.

Cenazeyên 20 kurdan bi konvoyek ji sedan wesayîtan pêk tê, îro anîn bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê.Piştî konvoy gihîşt Efrînê, cenaze birin Goristana Şehîdan a li gundê Metîna yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê. Cenaze li vir bi merasîmek ku zêdetirî sedhezar kes beşdar bûn, hatin definkirin. Di merasîmê de bênavber sloganên “Şehîd namirin” û sloganên ku rejîma Suriyeyê şermezar dikin hatin berzkirin.

Endamê Komîteya Derve ya Desteya Kurd a Bilind Xarip Huso di merasîmê de axivî û komkujî şermezar kir. Huso, diyar kir ku ev komkujî nîşan dide ku rejîma Baas li dijî hemû gelan komkujiyan pêk tîne got ku divê li hemberî van êrîşan têkoşîn bê bilindkirin. Huso ji gel xwest ku li dora saziyên xwe bibin yek.

3 rojan li ber Navenda Çandê ya Efrînê dê sersaxî bên e qebûlkirin

Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

1-Emîne Îbrahîm Elî (12) ji gundê Bênê

2-Yasemîn Îbrahîm Emer (15) ji gundê Berbenê

3-Egît Mennan Mehemed (24) ji gundê Bexşê

4-Emîne Mehemet Hesen (37) ji gundê Basuta

5-Evdo Tofan Mehemed (23) ji gundê Kelîbo

6-Nebî Heysem Huso (11) ji gundê Kurtkulak

7-Suzan Ýbrahîm Cemîl Ji gundê Berbenê

8-Mehemet Nur Lokman Elî (5) ji bajaroka Rajo

9-Remezan Ednan Ýbeş (20) ji gundê Çolak

10-Şêrîn Mesut Nesan (5) ji gundê Xilnêr

11-Ciwan Mesut Nesan (6) ji gundê Xilnêr

12-Tolay Bedir Nesan (3) ji gundê Xilnêr

13-Mistefa Mehemed Mistefa (18) ji gundê Xilnêr

14-Elî Mehemed Mistefa (23) ji gundê Xilnêr

15-Sewlî Mehemed Elîko ji bajarokê Cindirêsê

16-Nede Nîdal Mamo (5) ji bajarokê Cindirêsê

17-Nîzar Yasîn Mamo (31) ji gundê Diroqliyo

18-Lokman Kemal Elî (38) ji bajarokê Rajo

19-Fetum Mistefa Mistefa (50) ji gundê Xilnêr

20-Kesek ku nasnameya wî/ê nehat tespîtkirin

21-Cîhad Erebiya (37) ji bajarê Ýdlib ê Suriyeyê