Saziyên sivîl yên civakî piştî teqîna di 20'ê Tebaxê de li Dîlokê pêk hat û êrîşên li dijî avahiyên BDP'ê zêde bûn civîna çapemeniyê pêk anî. Nûnerên saziyên sivîl yên civakî diyar kirin ku, berpirsyarê êrîşên lîncê yên li dijî BDP'ê û gel hikûmeta AKP'ê ye.
Piştî di 20'ê Tebaxê de li Dîlokê teqîn pêk hat û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 63 kes birîndar bûn, êrîşên li dijî avahiyên BDP'ê zêde bûn. Têkildarî geşedanên dawî saziyên sivîl yên civakî li Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de nûnerên HDK, ÎHD, KESK, OSP, Komeleya Civaka Nû û gelek saziyên din amade bûn. Li ser navê saziyan Nûnerê HDK'ê yê herêma 20'mîn Muslum Acar, daxuyanî da. Acar ji malbatên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û anî ziman ku, ev yek encam û berhemên polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ya şerxwaze. Acar anî ziman ku, AKP bi vê yekê jî nayê ser û piştî vê bûyerê jî dîsa li dijî gelê Kurd û civakê daxuyaniyên aloz û sorkirinê dide û ev yek dibe sedema êrîşan. Acar destnîşan kir ku, bêyî lêkolîn bê kirin PKK û BDP hedef hatiye nîşandan û êrîşên li dijî avahiyên BDP'ê zêde bûne û wihagot: "Berpirsiyarê van êrîşan AKP û polîtîkaya wê ye.
Acar da zanîn ku, çawa dibe teqîna Dîlokê di 5 deqîqeyan de ronî kirin, lê hêj komkujiya Roboskiyê ronî nekirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di ser komkujiya Roboskiyê re 8 meh derbaz bûn, lê hêj berpirsyar nehatine darizandin. Li aliyê din 5 deqe di ser teqîna Dîlokê re derbaz bû xistin situyê PKK'ê. Ev encama polîtîkayên AKP'ê yên şerxwaziyê ye."