Nûnerên saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn ya 'Êrîşên piştî teqînali hemberîe BDP'ê raste' dan. Nûnerên saziyan diyar kir ku, daxuyaniya Wezîr Şahîn nayê qebûl kirin û ev daxuyanî xizmetê ji aştiyê ra nake. Nûneran xwest Wezîr Şahîn ji ber vê helwesta xwe ya li dijî aştiyê bi lezgîn îstîfa bike.
Li Dîlokê di 20'ê Tebaxê li nêzî navenda polîsan teqîn pêk hat û di teqînê de 10 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn. Piştî teqînê li dijî avahiyên BDP'ê êrîş pêk hatin û avahiyên BDP'ê hatin şewitandin. Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn ev erîşên li hemberî BDP'ê mafdar dît û gok ev tiştekî asayî û di cih de ye. Ji ber ku Şahîn êrîşên li hemberî BDP'ê mafdar dît, Nûnerên saziyên sivîl ên civakî bertekên xwe anîn ziman û xwestin Wezîr Şahîn îstîfa bike.
Nûnerên ÎHD, Tum-Bel-Sen, DÎSK û GUNSÎAD'ê bertekên xwe anîn ziman û xwest Şahîn ji ber van gotinên xwe yên şerxwaz îstîfa bike.
ÎHD: DAXUYANIYA ŞAHÎN PIR TALÛKE YE
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bertek nîşanî daxuyaniya Wezîr Şahîn da û wiha got: "Em daxuyaniya Wezîr Şahîn bi tundî rexne û şermezar dikin. Ji roja Şahîn hatiye ser kar heta niha bi daxuyanî û hewldanên faşîst û şoven gelan li hev sor dike û xizmeta şer dike. Şahîn ji bilî xwe her tiştî wekî "ên din" dibîne. Rêxistinên BDP'ê, rêveberên BDP'ê u nûnerên gelê kurd ji sala 2009'an heta niha bi fermana Şahîn rastî êrîşan tên. Bi fermana Şahîn bi hezaran siyasetmedar hatin girtin. Piştî Şahîn bû wezîr û şûnde zextên li ser saziyên sivîl ên civakî û muxalifan zêde bû. Şahîn facia ye. Piştî Şahîn hat ser kar demokrasî mafên mirovan û nixrên mirovan têk çû. Lê Şahîn jî hêza xwe ji Serokwezîr digire. Em dixwazin ji peyvira xwe îstifa bike."
DÎSK: ÊRÎŞ BI RÊK Û PÊK BERDEWAM DIKIN
Serokê Şaxa Genel-Îş'ê ya Amedê Salîh Dogrul jî bertek nîşanî daxuyaniya Wezîr Şahîn da û wiha got: "Di teqîna li Dîlokê de bûyerê dixin sitûyê PKK'ê. PKK, di her bûyeran de daxuyanî dide û yên ku wê kiribe dide ser xwe. Lê ku nekiribe nade ser xwe. PKK'ê ji xwe dîsa daxuyanî da û anî ziman ku, tu eleqeyawan pê tune ye. Lê li gel vê yekê dîsa dixin situyê PKK'ê. Çawa dibe ku, 5 deqîqe piştî bûyerê dixin situyê PKK'ê. Ev bûyer nayê qebûlkirin. Her tim daxuyanî didin û dibêjin di nava BDP'ê û PKK'ê de têkilî hene. Her tim bi van daxuyaniyan BDP'ê dikin hedefa xwe. Li dijî BDP'ê êrîşên bi rêk û pêk tên meşandin. Wezîr Şahîn bi vê daxuyaniya xwe piştgiriyê dide van êrîşan. Ev daxuyanî qet nayê qebûlkirin. Dixwazin BDP'ê li dervê meclîsê bihêlin. Ev êrîş li dijî vîna gel pêk tên û nayên qebûlkirin.
TUM-BEL-SEN: GOTIN JI BO ŞAHÎN XELAS BÛNE
Serokê Şaxa Tum-Bel-Sen'ê ya Amedê Medeni Alpkaya anî ziman ku, ev hewldanên faşîzanî ye û êdî gotinên ku ji Wezîr Şahîn re bên gotin nemane. Alpkaya, da zanîn ku piştî daxuyaniyan êrîşên li dijî BDP'ê zêde bûn û wiha got: "Em êrîşan şermezar dikin. Em daxuyaniyên AKP'ê û hewldanên çapemeniyê yên êrîşan sor dikin jî bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş û hedefnîşandayin tiştekî ji kesî re nade qezençkirin. Divê hikûmet bi lezgîn Wezîr Şahîn ji peyvirê bigire. Em şahîn şermezar dikin û dixwazin bi lezgîn îstîfa bike."
GUNSÎAD: EV PIR DILÊŞ Û PÊKENOKE
Serokê Komeleya Karmendên Pîşesaziya Guneydogu (GUNSÎAD) Şah Ýsmail Bedîrhanoglu jî daxuyaniyên Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn Şermezar kir û wiha got: "Rewşek pir balkêşe. Wezîrê Navxweyî berpirsiyarê ewlehiya hemû kesan e. Berpirsiyarê parastina hemû kesane. Lê çawa dibe ku Wezîrekî xwedî berpirsiyara parastinê rabe gotinên wisa bêje. Bawerim di cîhanê û Tirkiyeyê de mînakek wekî ya Wezîr Şahîn tune. "