Savda dê ji Roboskiyê heya Enqereyê bimeşe

Savda dê ji Roboskiyê heya Enqereyê bimeşe

Redkarê Wijdanî Halîl Savda, ji bo ku pevçûn bi dawî bibin, diyalog û muzakere destpê bikin, aştî pêk bê û daxwazên kurdan bên guhdarkirin ji gundê Roboskiyê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kir.

Redkarê Wijdanî Halîl Savda ji bo pevçûnên 30 salin li Tirkiyeyê berdewam dikin bi dawî bibin, muzakere û diyalog destpê bikin, daxwazên kurdan bên guhdarkirin û xwîn bê rawestandin ber bi Enqere ve dimeşe. Savda biboneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li gundê Roboskiyê yê 34 welatî lê hatin qetilkirin dest bi meşê kir. Savda têkildarî armanca meşê li goristana 34 welatî lê hatin veşartin daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, Abdulhekîm Daş, Çoşkun Ustercî, Mehmet Şîrîn Tunç, Ayşe Aydogan, endamên Meclîsa Aştiyê yên ji Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Hatay, Amed, Êlih, Bedlîs, Mêrdîn, Sêrt û Wanê hatin, Endamê Meclîsa Giştî yê Şirnexê Îrfan Enç û malbatên Roboskiyê jî piştgirî dan daxuyaniyê.

'EZ DÊ JI BO AŞTIYÊ BIMEŞIM'

Savda diyar kir ku, ji bo dengê aştiyê û vê daxwazê careke din bîne ziman dest bi hewildanekî wisa kir û wiha got: "Bi şer aştî pêk nayê. Ev 30 salin mirov tên kuştin û qetilkirin. Ez niha dê ji bo aştiyê bi meşim di rê de hêj xwîn dirije. Ji bo ev şer û xwîn bê rawestandin, daxwazên Kurd yên azadî û demokrasiyê bên cih ez dê vê meşê li dar bixim. Em êşên van malbatên li vir parve dikin. Hêvî dikim ku ev meş dê bi pirsgirêk bi dawî bibe."

Li ser navê Sekreteryaya Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê jî Coşkun Ustercî axivî û diyar kir ku, meşa li Roboskiyê destpê dike gelek girînge. Ustercî anî ziman ku, meşa li Roboskiyê destpê kir ji bo qêrîna malbatên Roboskiyê bîne zimane.

Piştî axaftinan Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê û malbatên Roboskiyê Savda û Miraz Rusîpî yê ku dê bi Savda re heta Şirnexê bimeşe bi çepik, tîlîlî û slogana "Qatil Erdogan" oxur kirin.