60'emîn rûniştina doza "KCK"ê ya sereke ya 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê bi dawî bû.
60'emîn rûniştina doza "KCK"ê ya sereke ya 110 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê di demjimêrên êvarî de bi dawî bû. Polîsan li 3 nokteyên cûda cihê kontrol û lêgerînê ava kir û welatiyên ku derbazî salona edliyeyê bûn yek bi yek di bin lêgerina dijwar re derbaz kir.
Îro xwendina îkameyên Endama Meclîsa DTP'ê ya Navendi Esma Guler Aktîvîsta DOKH'ê Leyla Denîz hatin xwendin. Dîsa parastina Kurdî hate astengkirin û heyetê destûr neda ku parastina Kurdî bikin.
Piştî parêzeran parastin kir, rûniştin taloqî sibê ango 09'ê Cotmehê kirin.