Midûra Karê Nivîsê ya berê ya rojnameya Atilimê Hatîce Duman ku ji sala 2003’an heta niha girtiye, doza wê di 12’ê îlonê de biryara wê tê dayîn. Ger Dadgeha Bilind biryara 12’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê erê bike, Duman dê muebetê bixwe. Duman ji Girtîgeha Gebzeyê nameyek şand û bêhiqûqiya bi salane dijî vegot.
Li gorî Duman di sala 1996’an de di rojnameya Atilimê de xebitiye û di sala 1997’an de bûye midûra karê nivîsê. Duman rastî bi sedan salî ceza hat. Ketina girtîgehê red kir. Lê di 9’ê nîsana 2003’an de di serdegirtina malan de hat binçavkirin.
Duman da zanîn diyar bû polîs ji bo çalakiyên bombeyî û şêlandinan ku tu agahiya min pê tune li berscûcan digeriya û wiha got: “Di destê dozger de îfadeya ku ji aliyê polîsan ve hatibû amadekirin, li ser maseyê runiştibû. Ji min re got tu yê vê îmze bikin. Min îmze red kir. Dozger li min da. Bi zorê ez derxistim derve. Ez sewqî dadgehê kirim. Piştre hatim girtim. Hinceta girtina min jî dozê ji bo rojnameyê li min hatibûn vekirin nîn bû. Ez tevlî dozeke din kiribûm.”
Duman da zanîn ku wê di bin îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk de îfade îmze kiriye û bi vî awayî jî bûye yek ji jinên ku lê digeriyan.
ŞAHID Û DELÎL TUNE
Di danişînan de tu kesî Hatîce Duman teşhîs nekiriye, tespîteke din nehatiye kirin. ligel vê 12’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hêj parastin temam nebibû di 4’ê gulana 2011’an de biryara dozê da. Hatîce Duman bi cezayê muebetê hat cezakirin. Parêzerên Duman îtirazê biryarê kirin û dosya Şandin Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind biryarê di 9’ê îlonê de dê aşkera bike.
BANGA PIŞTEVANIYÊ
Duman di nameya xwe de banga piştevaniyê kir û wiha got: “Ez demeke dirêj e ez girtî me. Cezayê muebetê dan min. Ev faciayeke. Lê raste. Madem we ew îfadeya bi din îşkenceyê de hate girtin esas digirt hûn çima ewqas sekinîn. Ez bang li hemû raya giştî dikim ku bila li dijî vê bê hiqûqiyê bê deng nemînin.”